Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê û Grupa 5+1 li Jinêvayê Dicivin


Berpirsa Rêbaza Derve ya Yeîtiya Ewropî Catherine Ashton û wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf roja Sêşemê li Jinêvayê civiyan.
Berpirsa Rêbaza Derve ya Yeîtiya Ewropî Catherine Ashton û wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf roja Sêşemê li Jinêvayê civiyan.
Danûstandinên taybet bi bernama navokî ya Îranê roja Sêşemê li Jinêvayê destpê kir.

Îran, pênc welatên endamên herdem di Encûmena Asayiş ya Neteweyên Yekbûyî û Almanya li Swîsre kom dibin di bizavekê de jibo çareserkirina pirsgirêka navokî ya Îranê.

Di peyamekê de li Jinêvayê, cîgirê wezîrê derve yê Îranî Abbas Araqçî civîna roja Sêşemê bi “gelek rijd û posetîv” binav kir.

Civîna navbera Îran û Grupa 5+1 roja Çarşemê jî berdewam dibe.

Roja Duşemê jî serokwezîrê Îsraîlî daxwaz li civaka navneteweyî kir ku fişara xwe li dijî Komara Îslamî ya Îranê berdewam bike, heta Tehran dest ji bernama navokî berde.

Di gotarekê de li parlamentoya Îsraîlê, Benjamin Netanyahu got ku Îran bizavê dike ku cîhanê bixapîne da ku xwe ji cezayên giran rizgar bike bêy k
XS
SM
MD
LG