Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve Kerry bi Melîkê Erebistanê re Dicive


Wezîrê Derve yê Amerîkî roja Duşemê bi Melîk Abdullah yê Erebistana Saudî re civiya.

John Kerry herwiha ligel wezîrê derve yê Erebistanê Mîr Saud El Feysel kom bû.

Di gotarekê de li paytexta Erebistanê, birêz Kerry got ku têkeliyên navbera Erebistana Saudî û Amerîkayê têkeliyên stratejîk in. Wî herwiha got ku Erebistana Saudî rola serekî li cîhana Ereb dibîne.

Wezîrê Derve bizavê dike ku têkeliyên navbera Washington û Riyadê başitr bike, piştî alozbûna wan têkeliyan ji ber rêbaza Amerîkayê hemberî Sûriye û Îranê.

Birêz Kerry roja Yekşemê serdana 9-rojiya xwe bo Rojhilata Navîn li Misirê destpê kir û herwiha serdana Îsraîl, rdun, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Cezayir, Mexrib û Polandayê dike.
XS
SM
MD
LG