Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî: Em Rêzê li Pêngavên Erdogan û Ocalan Digirin


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê roja Yekşemê serdana şaredariya bajarê mezin ya Diyarbekirê kir.

Şaredar Osman Baydemir, hejmareke siyasetmedar û endamên Kurd yên parlamentoya Tirkiyê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Di gotarekê de bo peyamnêran, birêz Baydemir got ku serdana birêz Barznaî bo Diyarbekirê “wê bibe bingeha îtîfaqa Kurdan.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriyê xwe jibo pêvajoya aştiyê li Tirkiyê ragihand. Birêz Barzanî got ku em rêzê li pêngavên Seorkwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan digirin jibo aştiyê.

Serokê Herêma Kurdistanê roja Şembî serdana xwe bo Diyarbekirê destpê kir û bi birêz Erdogan re civiya.
XS
SM
MD
LG