Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîneke din ya Xwekujî Rûsya Hejand


Karbidestên Rûsî dibêjin bi sedema êrîşeke xwekujî li bajarê Volgograd, bi kêmî ve 14 kes hatin kuştin.

Teqîna roja Duşemê di otobûsekê de qewimî. Di wê teqînê de herwiha 20 kesên din birîndar bûn.

Roja Yekşemê jî, jineke xwekuj bombên xwe li rawestgeheke trênê her li bajarê Volgograd teqand û 17 kes kuştin.

Ev teqîn di demkê de ne ku Rûsya xwe jibo Olimpiyata zivistanê amade dike, ku biryar e li bajarê Soçî birêve biçe.

Soçî 650 kîlometroyan li bajarê Volgogrand dûr e.
XS
SM
MD
LG