Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Adil Zozanî: Yên ku PYD'ê bi Hevkarîya Rejîmê Sûcdar Dikin Niha bi Rejîmê re Rûniştîne


Dema ragihandina yekê ya rêvebirîya demkî li Kurdistana Sûrîyê
Dema ragihandina yekê ya rêvebirîya demkî li Kurdistana Sûrîyê
Parlamenterê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) yê Colemêrgê Adil Zozanî di derbarê ragihandina kantonên Rojavayê Kurdistanê de jibo Dengê Amerîka re axifî.

Zozanî got "Ew gaveke dîrokî ye û jibo pirsgirêka navxweyî ya Sûrîyê jî dê bibe mînak û rêberê çareserîyê."

Sîyasetvanê Kurd di derbarê rexneyên jibo ragihandina kantonên Rojava de got "Kesên ku rexne dikin divê bersivê bidin çi ferq navbera îlankirina xweserîya Başûrê Kurdistanê û kantonên Rojava de heye."

Adil Zozanî Kurdên ku di refê muxalefetê Sûrî de li Konferansa Cenev 2 cî girtin şibande Kurdên ku di nav partîyên dewleta Tirkîyê de cî digirin.

“Ew jî ji xwe re dibêjin em Kurd in, lê hemî biryarên dijî gelê Kurd, pêşî ew erê dikin.“

Zozanî jibo rexneyên dijî PYDê ku wê bi hevkarîya rejîma Sûrîyê tawanbar dikin jî peyîvî. Wî got “Ew kesên ku vê rexneyê dikin li Cenevê bi rejîma Sûrî re rûdinin."


please wait

No media source currently available

0:00 0:07:51 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG