Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ukrayna Soza Hilbijartinên Pêşwext Dide


Serokê Ukrayna Viktor Yanukovych soz dide ku welatê xwe bibe hilbijartinên pêşwext.

Wek bizaveke dawîkirina tundîya berdewam, Yanukovych herwiha soza pêkanîna hikûmeteke koalîsyonê jî dide.

Birêz Yanukovych dîyar kir ku ewê di qanûna bingehîn de guhartinan bike ku desthilata xwe jî hindiktir bike.

Daxuyanîyên Yanukovych piştî danûstandinên navbera hikûmeta wî û nûnerên opozîsyonê tên ku bi navbeynkarîya Yekîtîya Ewropa hatin kirin.

Dîplomatekî bilind yê Yekîtîya Ewropa got, çaverê ye her du alî îro Înê rêkeftina pêşîn îmza bikin.
XS
SM
MD
LG