Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Libnanê Artêşê Dişîne Sînore Sûriyê


Leşkerên Libnanî li ser sînorê Sûriyê, Duşem, 17ê Adara 2014ê.
Leşkerên Libnanî li ser sînorê Sûriyê, Duşem, 17ê Adara 2014ê.
Artêşa Libnanê roja Duşemê hêzên taybet yên leşkerî şandin sînorê Sûriyê di bizavekê de jibo rêgirtin li derbasbûna serhildayên Sûrî bo Libnanê.

Serhildayên opozisyonê li Sûriyê derbasî Libnanê dibin, piştî hêzên rejîma Beşar El Esed bajarê Yebrud yê nêzîkî sînorê Libnanê kontrol kir.

Serhildayên Sûrî ber bi bajarokê Arsal li Libnanê diçin, ku bajarokekî piranî Sunnî ye û bi gundên Şîeyan hatiye korpêçkirin, li gorî ajansa Assoicated Press.

Çekarên Hizbullah nobedariya gundên Şîeyan dikin.
XS
SM
MD
LG