Qanûna Muzakereyan ku çekdanîn, veger û pêşvebirina pêşvebirina Pêvajoya Aştî û Çareserîyê dide ber xwe, roja Pêncşemê ji alîyê parlemena Tirkîyê ve hate pesend kirin.
Li gor vê qanûnê, hem ewlehîya kesên di muzakereyan de cî distînin hem jî muzakereyên bi alîyê Kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk tên, wê bi awayê hiqûqî werin misoger kirin.
Nivîskarê Lêkoler Cuma Çîçek, pesendkirina vê qanûnê û naveroka wê ji Dengê Amerîka re dinirxîne.
Ew dîyar dike, “Ev pakêt destpêka qonaxeke nû ye jibo pêvajoya çareserîya pirsa Kurd ku jixwe hêla Kurd jî heta niha dixwest pêvajo bi rêbazên hiqûqê were pêşxistin.”
Nivîskarê Kurd bi bîr dixe, “Cihê mixabinîyê ku dewlet konsepta xwe ya binavkirina terorê bi vê qanûnê jî berdewam dike.”
Birêz Çîçek, pesendkirina vê qanûnê bi girîngî dinirxîne ku dibêje, di rewşa heyî de nepêkan e PKK çek deyne û projeya hikûmeta Tirkîyê ya jibo çareserîyê jî hîna nedîyar e.
Çîçek dide zanîn, “Ev qanûn nîşan dide ku Tirkîye êdî dixwaze hin gavan bavêje. Ger Birêz Erdogan bibe Serokomar wê hewil bide ku sîstema seroktîyê bîne û ev ê jî bi awayê herêmî rê li ber çareserîya pirsa Kurd veke.”