Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bavê Firokevanê Urdunî Banga Azadkirina Lawê Xwe Dike


Safi al-Kasaesbeh, kesê duyê ji destê çepê
Safi al-Kasaesbeh, kesê duyê ji destê çepê

Safi al-Kasaesbeh, bavê firokevanê Urdunî, Muath al-Kasaesbeh, ku ji alîyê Dewleta Îslamî ve hate girtin, bang li gruba tundrê dike ku kurê wî bi ewlehî vegerîne malê.

Bavê Muath got, ew hemî Misliman in û wî daxwaz ji Dewleta Îslamî kir ku lawê wî wek “mevan” pêşwazî bike, ne mîna “dîl”.

"Min mesajek şand birayên me yê camêr yên Dewleta Îslamî ku kurê min wek mevanekî xwe bibînin û dilovanîya xwe li ser lawê min kêm nekin. Ez li ber Xudê digerim ku dilê wan gîşkan bi hezkirinê dagirê û kurê min vegerîne mala xwe, nav malbata xwe.”

Urdun roja Çarşemê ragihandibû ku Dewleta Îslamî yek jî firokevanên wê desteser kiriye, piştî ku firoka wî di operasyoneke dijî xirabkarên DÎ de li bakurê Sûrîyê ketibû xwarê.

Artêşa Urdunî bi daxuyanîyekê gotibû ku ew bi jîyan û ewlehîya pîlotê Urdunî, mîlîtanan berpirs dibîne.

XS
SM
MD
LG