Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bernama Deng û Reng- Hunermend Bengîn Xelîl


Hunermend Bengîn Xelîl mîna bexçakî ji gulên hunerê ye, ji peykersaziyê, şêwekarî, mûzîk û dîkor ye.

Bengîn ku di sala 1971'ê de li bajarê Qamişlo ji dayik bûye.

Ji zaroktiya xwe hezkirê hunerê ye û mijûlî Tembûrê bûye, ku ew bû dergehê pêşîn ji jiyana wî ya hunerî de.

Di sala 1985'an de, pêşbezê yekem bû di pêşbeziya zarokan de di dîbistanê Sûrî de, di beşê mûzîkê de, di lêdana Cumbiş û Tembûrê de.

Di heman demê de jî ew endamê koma Xanê ya folklorê kurdî li Qamişlo bû.

Di sala 1990'î de beşdarî pêşangeheke hevbeş bû li Qamişlo.

Bengîn li ber destê hunermendê xiristiyanê navdar Can Karat, fêrî Xetatî û dîkorê bû.

Ta nuha jî gelek dever û şûnên ciwan bi dîzaynên wî hatine xemilandin.

Ya din jî, Bengîn bi gelek hunermendên kurd re mûzîk lêdaye.

lê ta nuha ew bê deng maye û hunera xwe ji xwe re hilaniye, bi dilekî tije evîn ji hunerê re.

please wait

No media source currently available

0:00 0:14:50 0:00

XS
SM
MD
LG