Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Girtina Rojnamevan Qareman Şukrî li Duhok Û Daxuyaniya CPJ


Rojanevanê Girtî Qareman Şukrî
Rojanevanê Girtî Qareman Şukrî

Mediya navxweyî ya Herêma Kurdistana Îraqê û saziyên parastina rojanevanan dide zanîn ku rojnamevanê wênegir Qareman Şukirî ku xelkê gundi Sîriyê yê herêma Şêladiziyê li qeza Amêdiyê ye, ev demek dirêja şopa wî nediyare, malbata Qareman dibêje ku bi temamî nizanin kanê tawana wî çiye û rêya parêzeran jî ku berevaniyê jê bikin girtîye.

Derbarê girtin û sizadana 7 salên zîndanê li parêzgeha Duhok jibo rojnamevanê wênegir Qareman Şukrî Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) doh Duşemê 28ê Hezîranê daxuyaniyek derbarê sizadana rojnamevanê wênegir Qareman Şukrî weşand û dibêje ku di dadgeheke nepenî de li Duhokê Qareman bi şêweke dizî bi 7 salên zîndanê hatiye sizadan, bê ku mafê xwe parastin û berevanî ji xwe kirinê bidin wî.

Daxuyanî dibêje, desthilatdariya Kurdan li bakurê Îraqê, bi şêweke metirsîdar yê desthilatê li hember rojnamevanan bikar tîne û wan zîndanî dike "bê ku ti tedbîrek yasayî ya mafdar bihê standin û rêya maf û azadiyê bi wan nayê dan ku berevnaiyê ji xwe bikin".

Daxuyanî dîsan dibêje "divê hikûmeta Herêma Kurdistanê demûdest rojanemvanê wênegir Qareman Şukirî azad bike, û tawanên arasteyî wî hatine kirin bihên hilweşandin, û dest ji sepandina sizayên giran bi ser rojanevanan de berde".

Dema ku roja 24ê Hezîranê dayîka Qareman ew dîbû gotiye wî ku 7 salên zîndanê dane wî, di dadgeheke girtî de bê ku parêzer amade bibe.

Ev yek li gurî raportên xeberî û mediya herêmê û birayê wî Zêrevan Şukrî hatine piştrast kirin.

CPJ dibêje ku Zêrevan bi rêya nameyan ev yek ji wan re zelal kirîye, lê wî negotiye kanê kengî dadgeh pêkahtiye û tawanên wî çine?

Birayê rojnamevanî dibêje ewê parêzeran bişînin girtîgeha Zirka ya ku li bajarê Duhokê ye.

Daxuyaniya CPJ dibêje, ku Qareman Şukirî roja 27-01.2021ê ji aliyê asayîşa Herêma kurdistanê ve hatiye girtin, ew di dema girtinê de bêjerê Kenalê Nûçeyan yê Rojnews û Sterk TV bû.

Di meha Sibata borî de Dîndar Zêbarî Kordînatorê Berevankariya Navnetewî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi rêya nameyek elektronî gotiye CPJ ku Qareman Şukrî bi madeyê 156 ya yasaya Îraqî ya tawanan hatiye sizadan, li gur wê madê kesê tawanbar be divê bi dirêjiya jiyanê di zîndanê de be, ew benda yasayê karên ku yekîtiya axa welat, aramiya û serweriya welat binpê bike dê madeyê 156 bi ser de bihê cibicî kirin.

Malbata wî daxwazê ji parêzeran dikin ku berevaniyê ji Qareman bikin, lê parêzer dibêjin jiber ku ciyê man û girtina wî nayê zanîn em nikarîn berevaniyê jê bikîn.

Nûçegihanê Dengê Amerîka li parêzgeha Duhok Selam Balayî piştî derketina raport û daxuyaniya saziya navnetewî CPJ hatî weşandin, raportek şopandinê amade kir û tekez dike ku dayika Qareman Şukirî lawê xwe li girtîgeha Zirka li Duhokê dîtîye û wî jê re gotîye ku bi 7 salên zîndanê hatiye sizadan.

Raporta Nûçegihanê Dengê Amerîka li Duhok

Li 1-21-21 li gundê Sirîyê ser bi komelgeha Şêladizê ve wênegir Qareman Şukrî ji layê hêzên Ewlehîve tê girtin û hemî kel û pelên wan yên wênegirtin û alavên rojnamegeriyê bi xwe re dibin û heta îro nevegerandine û dukana wan ya wênegirtinê jî daxistîye û nahêlin kes û karên wan jî wê dukanê vekin weke malbata Qareman dibêje.

Piştî çend mehan kes û karên Qareman pê dizanin ku li çaksazîya mezinane li pişka ewlehîyê, li girtîgeha Zirka ya li bajarê Duhok.

Di dawî serdana dayika wî de(Xewla Tahir Alî) bo çaksazîya mezinan çav bi lawê xwe (Qareman) dikeve û di bêje dayika xwe "ez bo 7 salan zindanî kirime". Li jêr givaştinan ez li xwe mukir hatime,

Birayê Qareman (Zêrevan Şukrî) bi rêya dengê Amerîka bang li tev rêxistinên Navnetewî yên mafê mirov dike ku di harîkar bin jibo rizgarkirina birayê wî Qaremanî. Dîsan dibêje "hind îmza bi givaştinan pê dane îmzakirin û li ser wan dagehkirîye bi dadgehek nihênî û bê ku ne kes û karên wî bizanin nejî yek parêzer bo hat be destnîşan kirin."

Dengê Amerîka xwast bizane kanê kijan parêzer bû, dema dadgehkirina Qareman û kengî bû, lê kes amade nebû ti zanyarîyan li ser doza Qareman ragihîne. Jiber ku tenê bi rêya parêzer dikare daxwaza mehkema Temizê (Pêdaçûnan) bike.

Dengê Amerîka têkilî bi rêveberê çaksazîya mezinan re (Emîd Muhemed) re danî, lê bersiva daxwaza nûçegihanê Dengê Amerîka nehat dan, bi rêya berpirsê ragihandina çaksazîyê dîsan têkilî pê re hat kirin, lê dîsan amade nebû weke rojnamevan nûçegihanê Dengê Amerîka bibîne.

Ji hejî bîrxistinê ye ku piştî xwenîşadanên xortên Siryê li Şêladizê bo ser serbazgeha Tirkîyê hêzên asayîşê nêzî 80 kes girtbûn û heta îro 10 kes ji wan di girtîgehan de mane.

Li aliyek din, roja Yekşemê, 27ê Hezîranê, tîma parêzvanên 5 çalakvan û rojnamevanên parêzgeha Duhok ragihand ku dadgeha pêdaçûnan ya Herêma Kurdistana Îraqê biryara xwe ya dawiyê derbarê 5 girtiyên parêzgeha duhok ragihand.

Dadgeha Pêdaçûnan sizayê ku berî niha ji aliyê dadgeha tawanan 2 ya li Hewlêr bo wan 5 rojnamevan û çalakavên parêzgeha Duhok derkirbû, erê kir û ew siza pejirand.

Rojnamevan û çalakvanên hatine sizadan evin: Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Eyas Kerem, Harîwan Îsa û Şivan Seîd.

Berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê dosyayên girtina rojnamevan dibêjin, ku ew biryar ya dadgehê ye û li gur yasayê hatine sizadan û hemû mafên xweparastin û berevaniyê bi wan hatiye dan.

Lê rêxsitinên navnetwî pir caran desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi binpê kirina mafên rojnamevanan û azdaiyê ramanê tawanbar dike

Raporta derbarê girtina rojnamevanê wênegir Qareman Şukrî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:18 0:00

Mijarên Têkildar

XS
SM
MD
LG