Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina 4 Çalakvanên Parêzgeha Duhok li Hewlêr


Dadgeha 2 ya Tawanan li Hewlêr
Dadgeha 2 ya Tawanan li Hewlêr

Roja Duşemê 4 çalakvanên din yên parêzgeha Duhok li dadgeha tawanan ya Hewlêrê bûn, çalakvanên anî bûn dadgehê, bi tawana ku sîxorî kirîye û hewila têkdana ewlekariya niştîmanî daye hatine girtin.

Herêm Rifet parêzerê girtiyan gote Dengê Amerîka "Xweşbexane îro dadgehê serederiyek temam û yasayî ligel doza girtiyan kir."

Amed Silêman kurê yek ji ragirtiyên ku anîne dagehê ku Silêman Kemal e, bo Dengê Amerîka xift û got "babê min pêşmergê şorişa Gulanê ye û çalakvanê Badînan e û Silêman Kemale, berî 11 mehan kes û karên me hatine girtin ji aliyê asayîşa Herêma Kurdistanê ve, îro dadgehkirina 4 kesan bû li dadgeha 2 ya tawanan li Hewlêr, kes û karên me dadgehkirina wan bo roja Sêşemê hatbû paşxistin, jiber wê yekê ku ew kesên dê sibê Sêşemê bihên dadgeh kirin, şehdeyî li ser hevalên xwe bidin, lê ew çalakvanên ku dê 13ê mehê cardî êne dadgeh kirin, şahidî li ser hevalên xwe nedane û ev tuhmete her hemî red kirîne, di nava hola dadgehê de gotine ev tuhmete di bê bineman e."

Dadgeha 2 ya Tawanan li Hewlêr
Dadgeha 2 ya Tawanan li Hewlêr

Hejmarek ji parlementer, parêzer, heval û kes û karên girtîyan li ber deriyê dadgehê û di hola dadgeha 2 ya tawanan de li Hewlêr, amade bûbûn.

Parlementer Elî Heme Salih ji fraksyona tevgera Goran di Parlemena Herêma Kurdistanê de di preskonferansekê de got "Em geşbînin lê weke biraderan got, me têbinyên cidî hene û ev prose dê dirêj vekişît."

Elî Heme salih got hêvîdarin ku proseya dadgehkirinê bilez bimeşe jiber eger bê tawan derketin da di girtîgehan de nebin qurban.

Tê çaverê kirin ku 5 çalakvanên din sibê Sêşemê li dadgeha 2 ya tawanan li Hewlêr amade bibin û sizayê dikeve ser wan bihê eşkere kirin.

Raporta Hewlêr 12 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:38 0:00
Çar Çalakvanên Parêzgeha Duhok li Dadgeha Hewlêr Bûn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:38 0:00

XS
SM
MD
LG