Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Drona Amerîkî li Kabul li Otombîla Bombekirî Ya Xwekujiyê Dixe


Hêzên esmanî yên Amerîka
Hêzên esmanî yên Amerîka

Ajnasa Reuters ji zarê berpirsên Amerîkî ragihand ku êrîşa esmanî ya Amerîka roja Yekşemê otombîleke bombekirî ya xwekujiyê ku armanca wê peqîna li firokxana Kabul bû hilweşand.

Ev di wê demê de ye ku hêzên Amerîkaî di qonaxa dawiyê de ne, yên derketina ji firokxana Kabul ku ev 20 sal in, Hêzên Amerîkî li Afgnasitanê dimînin.

Li aliyek din hat raighandin ku peqînek li Kabul paytexta Afgansitanê rûda, piştî çend demjimêran ji hişyariya ku serokê Amerîka Joe Biden derbarê îmkana êrîşeke din ya terorî li Kabûl dabû.

Peqîn îro êvarek direg li gor dema Afganistanê pêkhat, ku tê goman kirin êrîşa bi mûşekan be ya ku li bakurê Kabul pêkhatî, berpirsekê ewlekarî yê berê yê hikûmeta Afganî ya jinavçûyî ragihand ku "Mûşeke bi xaniyekî li taxeke bakurê Kabul ketîye." Heta amadekirina vê nûçeyê holgiliyên derbarê peqînê nehatine ragihandin.

Pişt ku êrîşa xwekujî ya li hember firokxana Kabul pêkhatbû, çekdarên Talîban, wergirtina erka gehandina wan kesan girtbû ser xwe yên ku dixwazin derkevin, ew heta deriyê çûna jor ya firokxanê bi otomîlan dibirin û didan destên leşkerên Amerîkî da ku wan veguhêzin.

Bîlal Karîmî, Peyvdarekî Talîban di nivîseke xwe ya mediya civakî di tora twîterê de dibêje "Hejmarek ji çekdarên Talîban her niha xwe gihandiye hin beşên leşkerî yên firokxanê."

Ev nivîsa Karîmî hevdem in, li gel tekezkirina Pentagonê ku hêjê deriyên firokxana Kabul di dest hêzên leşkerên Amerîkî dane.

John Kirby, peyvdarê Pentagonê dibêje, "Dets bi vekişandina leşkerên Amerîka hatiy kirin" lê eşkere nake kanê çend leşker mane.

Li aliyekî din wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken roja Yekşemê got, "Ev dema herî metirsîdare ku karek metirsîdar mezin tê kirin,"li Afganistanê, Blinken tekez dike ku "Ewê hemî hêza xwe bo silametiya kesan bikar bînin, lê metirsî gelek mezine." Blinken jî, gomana xwe ya pêkhatina êrîşan li Kabul anî ziman.

Blinken di tora ABC ya Amerîkî de got ku, "Amerîka dê hemî hêza xwe bikar bîne jibo derxistina bi ewle ya Amerîkiyên li wêderê li Afgansityanê."

XS
SM
MD
LG