Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraqîyên derve îro dest bi dengdanê dikin


Îraqîyên derve evro berev bingehên dengdanê diçin bo helbijartinên parlamanî û dê heta roja Pêncşembî bikaribin dengê xwe bidin.

Li 15 welatan bingehên dengdanê hatine danan bo Îraqîyên li derve dijîn.

Li Îraqê bi xwe karbidest xwe amade dikin bo parastineke tund û hişyar bo dengdana roja Pêncşembî. Tuxubên Îraqê dê bêne girtin û hatin û çûna otomobîlan dê hête vebirkirin û bi tenê dê rêk bo wan otomobîlan hebît ku destûrnamên taybetî hebît. Bi şevê jî dê hatin û çûn hête berbend kirin, her ji ev şeve û wêve.

Roja Duşembî sindoqên dengdanê li Îraqê berî wext hatine vekirin bo wergirtina dengên serbazan, girtîyan û nexweşan.

Bi alîyekî din ve hindek çekdaran teqe li sîyasetvanekî Erebê Sinnî kir û kuşt. Mizhir Al-Dilaimi ji partîya pêşverûya azad ya Îraqî.



XS
SM
MD
LG