Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talabanî gazî Îraqîyan diket ku dengê xwe biden


Serokê Îraqê Celal Talabanî rijtîyê li 15 milyon dengderêt welatê xwe diket roja Pêncşembî biçine bingehên dengdanê da bo hilbijartina parlamanî dengê xwe bidin ku Îraqî hîvîdarin bibîte destpêk bo tenahîya welat.

Rêzdar Talabanî evro got pişikdarbûna dengdaran bi awayeke berfireh dê Şer’îyetê dete hikumeta nû ku bo şikandina terorîstan pêdivî pê heye.

Îraqîyên li derve daxwaza wî bi cîh tînin. Karbidestên hilbijartina dibêjin pêtir ji 80 hezar Îraqîyên li derve roja Sêşembî dengêt xwe dan, ku roja yekê bû ji sê rojên dengdanê li 15 welatan ji Austuralyayê bigre heta ku digehîte Amerîka.

Karbidest dibêjin pitir ji 6000 an bo parlamanê 275 endam xwo berbijar kirine. Li Îraqê xwendîngeh, dikkan û bazar û tuxubê welatî hemî daêxistîne û wek ku pêngaveke parastinê hatin û çûna otomobîlan hatîye berbeng kirin.

XS
SM
MD
LG