Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

B.Salih dibêje tenahîya Iraqê bu herêmê û cîhanê grînge


Cîgirê serokwezîrê Iraqê Berhem Salih dibêje alîkarîya bo vegerandina tenahîyê li Iraqê hem ji bo welatên cînar hem jî jibo civata navnetewî baş e.

Rêzdar Salih di hevpeyvîneke digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka da got ji civîna tenahîyê ya heftîya were li Bexdayê armanc ewe ku bo aram kirina Iraqê û pêvajoya guherîna wê ya sîyasî dest bi piştgirîyeke herêmî û cîhanî bikin.

Wê di civîna li 10ê meha sê-Adarê da welatên hevsînorên Iraqê û pênc endamên hemdem yên Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî amade bin. Rêzdar Salih ji Dengê Amerîka re got, îdî dem e ku welatên hevsînor tevî hikumeta Iraqê kar bikin û civata navnetewî jî jibo aramkirina vî welatî kefîlîyê bike.

Wî got lazime Iraq nebe cîyê pevçûn û rikeberîyê. Got aramîya vî welatî hem jibo berjewendîya gelê Iraqê hem jibo ya herêmê û hem jî jibo civata navnetewî baş e.

Li ser babeteke din rêzdar Salih pesnê pêşnîyara qanûna niftê kir û got bi vê qanunê nift dibe bingeha yekgirtina hemu xelkên Iraqê û bi vî awayî gelê Iraqê çi ji kîjan xelkî bin çi ji kîjan deverê bin, dikarin di vê berjewendîyê de xweyî par bin.

Rêzdar Salih dibêje ew hîvî dike ku parlamento ew qanun derîne. Hikumeta Iraqê ew pêşnîyar roja duşemê deranîbû.

XS
SM
MD
LG