Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrişkerekî xwe li nav çayxaneyeke Dîyala peqand


Polîsên Îraqî dibêjin êrişkerekî xwekuj li bajêrokê Beledruz bi kêmî ve 30 mirov kuştîne.

Li dû gotina polîsan ew peqîyan li çayxaneyeke li wî bajêrkê li ser wîlayeta Dîyala li rojhilata bakura Bexdayê qewimî.

Karbidestên parastinê yên Îraqê dibêjin bi kêmî ve 22 kesên dî hatîne kuştin li êrişên serhildayan li ser Şî’eyên oldar ku ji bo bibîrînana çilrojîya kuştina Îmam Huseynî berî 1,400 salan diçine bajêrê pîroz Karbala.

Li êrişên roja Sêşembî li dijî wan Şîeyên oldar nêzîkî 140 mirovan hatibûne kuştin.

Leşkerê Amerîka dibêjît roja Çarşembî bi encama peqandina bombeyeke lêva rê li bakura rojava Bexdayê sê serbazên Amerîkî hatîne kuştin.

Ji alîyê dî ve, komeleke Erebên Sunnî ya ku bi el Qaîdê ve girêdayî got rizgarkirina nêzîkî 140 girtîyan roja Sêşembî li zindaneke nêzîkî Musilê karê wê bû.

Li heman dem, partîya ‘‘Fazîla’’ --komeleke Şî’eyan ya bi 15 endamîyên parlamentoya Îraqê – dibêjît ew dê ji hevpeymanîya desthilatdar ya partîyên Şî’e vebît.

Li dû peyaman çêdibît ku ew hêza wê hevpeymanîyê û hikûmeta Serokwezîr Nurî el Malikî kêm biket.

XS
SM
MD
LG