Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayan  li ser rêya Karbala 120 Şî'e kuştin


Karbidestên hêzên parastinê yên Îraqê dibêjin serhildayan îro êriş birîne ser Şî’eyên rêwîyên kombûneke olî li bajêrê Karbala yê pîroz û bi kêmî ve 110 mirov kuştîne, gelek jî birîndar kirîne.

Karbidestên polîsan dibêjin li bûyera dawîn 2 êrişkerên xwekuj nêzîkî bajêrê Hulle, li başûra Bexdayê, xwe linav Şî’eyên oldar yên li ser rêya Karbala peqandîne û nêzîkî 90 mirovan kuştîne, 160 jî birîndar kirîne.

Berî hingê çekdaran bi gulle û bombeyan havête ser Şî’eyên rêwîyên Kerbala û 22 mirov kuştin.

Ew Şî’eyên oldar ji bo bibîrînana dewresala çilleya kuştina Huseynê nevîyê Mihemmed pêxemberî diçine Kerbala.

Li herêma Baduş linav Musil û Tel’afar, çekdaran bi ser zindanekê da girt û nêzîkî 140 girtîyan jê rizgar kirin. Polîsê Îraqê neşîya koma çekdaran û alîkarî ji leşkerê Amerîka xwest.

Li Bexdayê jî, bombeyek li nêzîkî niqteya parastinê peqîya û bi kêmî ve 4 serbazên Îraqî kuştin.

Hêzên Amerîkî û Îraqî berdewam li bajêrkê Sedr li malan digerin. Ceneralê Amerîkî Joseph Fil Jrî got ev du rojên pêşîn yên wê bizava linav bajêrkê Sedr destpêkeke baş bû û çi bexwedan li dijî wan nebûye.

XS
SM
MD
LG