Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

David Petraeus: Çareya Îraqê leşkerî nîne


Ceneral David Petraeus, piştî ku bûy qumandarê hêzên Amerîka li Îraqê yêkemîn konferansa xwe ya rojnamevanîyê roja Pêncşembî kir û got ji bo çêkirina rewşa parastinê li Îraqê kiryara leşkerî pêwîst e, lê ew ne çare ye ji bo rawestandina rijtina xwînê.

Ceneral Petraeus li meha 2, Şûwatê, bû serdarê hêzên Amerîka li Îraqê li demê ku hêzên Amerîkî digel yên Îraqî xwe amade diken ji bo kiryareke bi dirêjîya bi mehan ji bo parastina Bexdayê û derêxistina serhildayên Sunnî ji wîlayeta Enbar.

Ew ceneral dibêjît ew li meha bihorî li hindek alîyên Bexdayê gerîyaye û heyrî maye ka hindek taxên paytextî’bi çi qas guhartîne.

Ceneral Petraeusî got gava ku ew berî 17 mehan ji Îraqê çûy li hindek taxên Bexdayê hindî niha valatî nebû.


Par bi hezaran runiştevanên Bexdayê ji ber şerrê tîreyî ji malên xwe revîbûn.

Ceneral Petraeus dibêjît ji destpêka bizava parastinê were jimara kuştinkarîyan kêm bûye, û jimareke biçûk ji wan malbatên revîn vegeryayne ser cihûwarên xwe, lê hêj zûye ku mirov bêjît ew guhartineke girîng ya giştî ye.


David Petraeusî got armanceke serekî ya wê kiryarê aramkirina rewşa wan taxan e da ku bawerîya xelkî bêt û vegerine malên xwe yên li waran, dikandar sukên xwe veken, ku bazar dîsa geş bin û zarok jî bêyî tirsa revandinê bikarin biçine xwendingehên xwe.

Serokê hêzên Amerîka li Îraqê dibêjît nehemîn batalyona leşkerê Îraqê û du ji pênc pişkên leşkerê Amerîka niha giheştîne binecihîyê li Bexdayê wek pişkeke zêdekirina jimara serbazan li paytextî ji bo kiryara bi navê "Farz-il Qanun" ango danana hukmê qanûnê. Ceneral Petraeusî got hêzên mayî jî dê heta serê meha 6, Xizîranê veguhêzine Bexdayê.

Li dû gotina Petraeusî sê celebên serhildayan hene – yêk komên terorîstên el-Qaydeya Îraqê, du -- mîlîsên tîreyî, û sê--cerdekar – û ew her sê jî hewil diden ku şerrê linav Sunnî û Şî’eyan bişarînin da ku rê li kiryara parastinê bigirin hêj berî ku ew dest pê diket.

David Petraeusî li yêkemîn kombûna digel rojnamevanan wek bilindtirîn qumandarê Amerîkî li Îraqê got hindek ji wan koman hêj kiryarên hovane diken û bi wê mebestê wan rêkxistîyan kiryarên xwe yên bisahm li van heftîyên dawîn zêde kirîne.

Serhildayan vê heftîyê jimareke êrişan birine ser Şî’eyên oldar ku ji bo bibîrînana 40-rojîya kuştina Îmam Huseynê nevîyê Mihemmed pêxemberî berî nêzîkî 1.400 salan diçine Karbala. Di wan êrişan da pêtir ji 170 mirovan hatîne kuştin.


Ceneralî got ew hevparê xema ji bo wan qurbanîyên Şî’e ye. Wî got serbazên Îraqî karekî baş kirîye ji bo parastina wan Şî’eyên rêwîyên Şî’e yên bajêrê pîroz Karbala yê, ku dîyar e dibîte rêûresmên olî yên herî mezin li van çend salan. Ceneral Petreausî got nêzîkî 5 mîlyon Şî’eyên oldar bi pîyan ber bi Kerbala ve diçin.

Lewma, David Petraeusî got parastina jimareke hinde mezin ya mirovan hemîyan karekî mezin yê bi zehmet e û eger kesek xwe veşêrît û bi şepikeke bi bombeyan bikevîte linav wan mirovan û xwe bipeqînît, zehmet e ku rê li kiryareke wesa bigirin.

Ceneral Petraeus dibêjît bidawîînana şerrê tîreyî armanca serekî ya bizava parastinê ye, lê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê pêtir pê divêt. Ew dibêjît divêt rêberên sîyasî yên Îraqê xizmetên giştî yên karê hikûmetê bidene xelkî ku bawerîya gelî pê bêt.

Ceneral David Petraeusî li konferansa rojnamevanîyê ya roja Pêncşembî got gava ku hevwelatîyan pêtir tenahî bi çavên xwe dît mercên ji bo ji nû ve destpêkirin û pêşvebirina xizmetên bingehîn dê pêkbên. Ev yêk bêqam giring e. Hetta Îraqîyan gelek caran gotîye xizmetên civakî li warê girîngîyê li pêşîya parastinê ne.

Ceneral Petraeus dibêjît hikûmeta Îraqê nêzîkî 7 mîlyar û 300 mîlyon dolaran ji bo karûbarên parastinê û 10 mîlyar dolar jî ji bo mezaxtina li ser çêkirina binaxê welatî destnîşan kirîne.

XS
SM
MD
LG