Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afrîqayê 1,000 Kes bi Vîrusa Koronayê Mirine


Navendên Afrîqayî yên kontrolkirina nexweşiyan (CDC) îro Şemiyê got ta niha bêhtirî 1,000 kesî ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Nîcîrya got serokerkanê serokatiya welêt jiyana xwe ji dest da.

Vîrusa korona li 52 welatên Afrîqayî belav bûye û jimara keysên vîrusê bêhtirî 19,800î ye.

Hikûmeta Nîcîrya di daxuyaniyekê de got serokerkan Abba Kyarî roja Înê ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da.

Kyarî yek ji kesyatiyên herî bihêz ên hikûmeta Nîcîrya bû.

Demekê berê, hejmarek wezîr û balyozgerê Amerîka li Burkina Faso bi vîrusê ketin.

Niha li Nîcîrya nêzîkî 500 keysên vîrusa koronayê hene.

Rêxistina Cîhanî ya Saxlemiyê doh Înê nîşan da ku li Afrîqayê hefetya borî keysên vîrusê bi rêjeya 51% û yên mirinan 60% zêde bûne.

XS
SM
MD
LG