Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sêzde Welat Kêmkirina Qedexekirinan Gotûbêj Dikine


CoronaVirus
CoronaVirus

Di demekê de ku bêkarî li seranserî cîhanê bilind dibe, hikûmet dem û çonîtiya kêmkirina bendên rêgirtina li vîrusa koronayê gotûbêj dikine.

Qedexekirin û girtina cihan rewşeke dijwar derxistiye pêş û bandorkeke neyînî ya rasterast daye ser hemî aliyên jiyana rojane ya xelkê.

Di daxuyaniyeka hevbeş de îro Şemiyê, gurûpeka ji 13 welatan, di nav de jî Keneda, Brazîl, Îtalya û Almanya banga hevrêziyeka navnetewî kir ji bo kêmkirina bandora vîrusa koronayê li ser abûriya cîhanê.

Gurûpê got:

“Pir Girîng e ku em bi hev re kar bikin ji bo parastina jiyanê.”

Tê zanîn ku ta niha 2.2 milyon kes li cîhanê bi vîrusê ketine.

Gurûpa ku her wiha Brîtanya, Frensa, Îndonîsya, Meksîk, Mexrib, Pîro, Korya Başûr, Singapore û Tirkiyê vehewandin, got ew pêgir e bi “karkirina li gel hemî welatan ji bo hevrêziya li dor tenduristiya giştî, rêwîtiyê, bazirganiyê, abûriyê û pîvanên darayî, da ku karibin ziyana vîrusê kêm bikin û dîsa careke din bihêz bibin.”

Welatan dupat kir li ser pêwîstiya hêsankirina girêdanên bejayî û esmanî û deryayî ji bo veguhestina alavên alîkarî û tenduristî û vegera rêwiyan bo malên xwe.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG