Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê Panela Ser Jîyana Pênaberan


Baskê Enqerê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi navê “Em jibo Jîyaneke bi Hevre Jîyandinê di Roja Pênaberên Cîhanê de Digîhîjin Hevdu” dli dar xist.

Endama Desteya Rêvebirîya Navendî ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen li ser rewşa pênaberan rawestîya û got ku demeke dirêj e ku em van pirsgirêkên pênaberan dişopînin, lê pirsgirêk nehatin çareserkirin, bêtir zêde bûn.”

Peyîvdarên vê panelê bi tevahî pênaberên ku li Enqerê dijin bûn. Di rûniştina yekê de pênaberan behsa pirsgirêkên xwe kirin.

Peyîvdarê pêşîn Mihemed Îsa Abdullah li ser serborîyên xwe yê pênaberîyê qise kir. Ew, 12 sal berê ji Etîyopyayê hatîye Tirkiyê û li gel hin şîrîkên xwe restorantek vekirîye. Lê ev restoran berî çend roja rastî êrîşên polêsan ve hatibû. Abdullah him seroborîyên xwe û him jî ev êrîşê wiha ragihand:

“Ez 12 sal berê hatim vê derê. Min li gel hin hevalên xwe restorantek vekir. Bêtir mişterîyê me ji welatîyên me pêktên. Lê ev saleke ku êrîşên dewletê li ser me qewimîn. Ji alîyên polêsan ve bêtir car me desteserî kirin, êrîş anîn ser me. Me li ser lewha dikanê ala xwe jî nexşandibû. Rengê ala me jibo ku kesk û sor û zer e kirin hincet û dikanên me girtin. Ser lewheyên me bi bayaxa sipî boyax kirin. Li gorî wan, ala me netewekî din dîyar dike. Jibo ku me navên dikanê xwe bi zimanê xwe danîye ewî jî dikin hincet. A rastî li Tirkiyê jiyan her ku diçe dijwartir dibe.”

Ji peyvdaran yek jî pênaberên Sûrî Mihemmed Uveys bû. Ew 9 sal berê hatîye Tirkiyê. Uveys di axaftina xwe de balkişand ser pirsgirêka Sûrîyê û belavbûna pênaberên Sûrîyê û got:

“Hemû dinyayê hêzên xwe ji bo tunekirina me gîhand hev û din. Em jî jibo ku canê xwe rizgar bikin ji welatên xwe derketin. Di hemû şeran de li beranberî te dijminek dibe, lê mixabîn yê me wisa jî nîne. Dijmin kîye, ewqas biyanî çima li welatê me ne, me nizanibû. Kî tê pêşîya wan dikujîn, em jî li ber vê bêaramîyê ji welatên xwe derketin û hatin vê derê. Lê li vê derê jî ji me re aramî naxûye. Em her roj rastî kêşeyan tên. Ev rewş dê heta kî demê biçe ew jî dîyar nîne.”

Peyvdarê vê panêlî aktîvîst Usame El Weysî jî pênaberekî Sûrîyê ye. Weysî di axaftina xwe de li ser rewa pênaberîyê rawestîya û rasti çi dijwarîyan tên yek yek wiha vegot:

“Ez mecbûr mam ku bibim pênaber. Ti kesek naxwaze ku bibe pênaber, lê mecbûr dimîne. Kî dixwaze ku malbata xwe li cî bihêle. Em jî di nav hesreta bajarên xwe de ne. Ana yên ku li Sûrîyê koç kirina hejmarê wan ser 10 mîlyonî ne. Em dizanin ku di nav me de di yek şevê de bes di nav du saetan de 500 kes careke de hatin kuştin,. Li ser navên me pir tê peyivîn lê em di nav çi dijwarîya de ne kes nizane. Hê duh, qaşo di deverê ewle de bi bombeyê zarokekî 5 salî hate kuştin. Em ana di vê rewşê de ne, çi bibêjim.”

Piştî rûniştina yekê li vê derê fîlma ku li ser rewşa pênabera hatîye tasvîrkirin hate pîşandin û piştî vî jî panêl hate dawîkirin.

ED_21_06_2022_Panel_Pênaber_Enqere.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:39 0:00
XS
SM
MD
LG