Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê Panelek Li Ser Desthilatîya Sîyasî Ya Iraqê Hate Çêkirin


Navenda Lêkolînên Rojhilatanavîn (ORSAM) li Enqerê panelek bi navê “Li Iraqê Desthilatîya Sîyasî” çêkir. Di panêlê de li ser gef, metirsî û firsendên ku li Iraqê derdikev pêş hate rawestandin.

Panêla ser desthilatîya sîyaseta Iraqê li Navenda ORSAM’ê hate çikirin. Kordînatorê Xebatên Iraqê yê ORSAM’ê Bîlgay Duman moderatorîya vê panelê kir. Di panêlê de Dîrektorê Zankoya Parastina Netewî ya Dewleta Yektîya Amerîkayê Denise Natalî, Alîkarê Midurê Giştî yê Wezîrê Karê Der yê Tirkiyê yê Têkilîyên Iraqê Anil Bora Înan, Serokê berê yê Centera Nahrian Hamza Şerîf axivîn.

Di panelê de panêlîstan bi taybet li ser rewşa sîyasî, aborî, ewlekarî, metirsî û pirsgirêkên ku li Iraqê derdikevin pêş rawestîyan.

Moderatorê panêlê Bîlgay Duman, bi taybet li ser civaka Iraqê di warê etnîk û mezebî de rawestîya û amaje kir ku li ber kêşeyên nav Iraqê gelek grubên terorîstî ji xwe re qadan vedike. Duman nêrînê xwe wiha anî ziman:

“Li Iraqê gelek grubên etnîkî û mezhebî hene. Di nav vanan hemû de jî bêtir kêşe derdikevin pêş. Li ber vî jî sîyaseta Iraqê di nav van alozîyan de rêyeke dîtbar nikare bide pêşîya xwe û Iraq di nav xwe de gelek nakokîyan dihewîne. Lê dîsa jî di nav van metirsîyan de gelek firsend jî hene.”

Denîsa Natalî him nêrînên xwe yê taybet û him jî hin nêrînên resmî di vê panêlê de ragihand. Natalî amaje kir ku li Iraqê ana 2500 leşkerên Amerîkayê heye. Natalî di nav Iraqê de li ser Herêma Kurdistanê jî rawestîya û wiha got:

“Amerîka wê wek berê êdî bi awayekî aktîf têkelî Iraqê nebe. Ana nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerê Amerîkayê li Iraqê heye. Pirê wana li Herêma Kurdistanê ne. Dîsa dîplomatên aktîf li herêma Kurdan hene. Lê li Iraqê gava em tevahî temaşe dikin hetan niha jî çareserîyek çênebû, wisa dixûye ku wê di demeke nêz de jî çênebe.”

Denisa Natalî li ser rewşa Kurdan jî rawestîya û nêrînê xwe wiha anî ziman:

“Kurd ana li Iraqê di bin parastina DYA’yê de nîv dewletin. Êdî pêwendîyê wan li gel Bexdayê ewqas nemaye. Di demên berê de danûstandinê wan hebe jî êdî li gel Bexdayê nikarin danûstandina bikin. Li gorî min referandûma serxwebûnê jî serkeftî nebû.”

Hamza Şerîf bi xwe demeke dirêj di nav karû barê hikûmeta Iraqê de kar kirîye. Şerîf, di axaftina xwe de him li ser ewlekarîyê û him jî li ser têkilîyên Tirkiyê û Iraqê rawestîya. Şerîf hestê xwe wiha dîyar kir:

“Ez li nav hamû wezaretên Iraqê di warê ewlekarîyê de xebitîm. Ez ana dibînîm ku hewildaneke Tirkiyê heye ku li Iraqê hin gavên erênî bavê je. Lê ez dixwazim tiştekê bêjim, Tirkiye bi tena serê xwe wê nikarime tiştek bike. Lazime ku Netewên Yekbûyî alîkarî bikin. Jibo ku li Iraqê gelek kêşeyên kur, di warê ewlekarî, sîyasî, dîplomatîk, etnîkî û gelek warê din de hene. Jibo çareserîyê rastî hêvîyê min jî ewqas tunene.”

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:38 0:00

XS
SM
MD
LG