Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivêja Înê Dê li Ayasofya Bihê Kirin


Avahiyê Ayasofya li Stenbul
Avahiyê Ayasofya li Stenbul

Li gor ajansa Reuters, biryare ku yekemîn nivêja Înê li Ayasofiya bihê kirin piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yasayek îmza kirî ku Ayasofya car dî vegere mizgeft, piştî ku dadgeha bilind ya Tirkiyê mersûma kevin betal kirî ya ku sala 1934ê ew avahî weke muzexane biryar dabû.

Ayasofya dêra katedrayî ya serdema Bîzentiyan bû ku 900 salan berî Fatihên Osmanlî Stenbolê bigirin.

Dîroka Ayasofya vedigere bo 1500 salan, wî avahî cihekî giring û layîq di dîroka împîratoriya Bîzentî û Osmanlî da heye, pêşî bo oldarên kristiyan giring bû û şûn da bo bawermendên misilman, jiber vê yekê her guherînek çê bibe dê bandor xwe li ser bawermendên herdu olan hebe.

Zêdebarî ku avahiyek giringe jibo misilman û kristîyanan herweha bûye mîratek navnetwî û di tomarên rêxistina UNESCO ya girêdayî Netwên Yekgritî da heye.

Ayasofya di serdema zêrîn ya împîratoriya Bîzentiyan da weke "hikmetek Xwedayî- Hikmeta Îlahî" di sala 537ê da hatiye ava kirin û temam bûye.

Ayasofya mezintirîn navenda oldarî ya krîstiyanên Orthodoks (Orthodoxy) bû, sedan salan ew navenda herî mezin ya oldarên krîstiyan bû.

Avahî her tim di destên Bîzentiyan dabû, tenê serdema xaçperestan da nebe di sed sala 13an da, heta ku girtina Stenbûlê ji aliyê Sûltanê Osmanlî Mihemed Al Fatih li sala1453 hat girtin,û Ayasofya kire mizgeft.

Osmanliyan 4 minare û ciyên bangdanê lê ava kirin, û simbolên krîstyanan bi mozayikê zêr dayî veşartin, bi ziman û tîpên Arabî, navên xwedê û pêxmberê wî û xelîfên raşidîn li ser dîwarên navê yên avahî nivîsandin.

Sala 1934ê di serdema desthilata Mistefa Kemal Atatûrk da, yekemîn serokomarê Tirkiyê piştî têkbirina Împîratoriya Osmanlî, Ayasofya veguhast bo muzexaneyê û niha hezaran geştiyar ji hemû cîhanê serdana Ayasofya dikin û yek ji ciyên torîstîk yên herî giringe li Stenbulê.

Reaksyonên Navnetewî Derbarê Ayasofya

Dema ku biryara veguhastina Ayasofya hat dan, peyvdarê wezareta derve ya Amerîka gotbû"Em xeyalşkestî bûn" jiber biryara Tirkiyê, lê ew li benda pilana Tirkiyê ne ku rêveberîya Ayasofya rê bide her kes bê astengî bikare serdana wê bike.

Herwiha Kyriakos Mitsotakis serokwezîrê Yunanistanê, welatê cîranê Tirkiyê ku piranya bawermendên wî welatî kristiyanên Orthodoks in, got "Ev bijardeyek çewtbû, jibo her hemû kesên baweriya wan heye ku ew simboleka dîrokî ya kultura cîhanê ye".

Patrîk Bartholomew ku rêberek rûhî yê nêzî 300 milyon bawermendên kristiyan yên Orthodoks e, li seranserî cîhanê wî jî got, rewşa Ayasofya dê bibe sedema derzek mezin di navbera Rojhilat û Rojava da.

XS
SM
MD
LG