Parlamentera Berê Aysel Tugluk, ku nexweşîya demans (alzaymir) HETIYE, 500 roj in ku ji girtingehê nayê berdan. Li ser vê jî rêxistinên demokratîk û Platforma Jinê ya Enqerê dijî vê helwesta dewletê bertêk nîşan didin.
Sazîya Bijîşkî ya Dadwerî (Adli Tip Kurumu) li ser nexweşîya Tugluk teşhîsa paşde çûyîna hafizayê ango nexweşîya demans dîyar kiribû. Li gor vê jî pêdivî ye ku Tugluk yekser ji girtingehê were berdan, lê heman sazî destûra derxistina Tuglukê nade.
Platforma Jinê ya Enqerê li ser vê rojevê civînek li dar xist û bal kişand ser vê helwesta Sazîya Bijîşkî ya Dadwerî got ku divê ev sazî vê biryara xwe demûdest biguherîne.
Platforme ragihand ku girtîyên nexweş ku li zindanan in û rewşa wan di asteke xirab de ye, hewce ye werin berdan.
Platformê dîyar kir ku Sazîya Bijîşkî ya Dadwerî ji biryarên zanistî dûr e û mafên mirovan jî naparêze.
Endama Platforma Jinê ya Enqerê Yasemîn Ozgun ji Dengê Amerîka re got ku derheqa Tugluk biryareke subjektîf hatîye dayîn.
“Ev biryara Sazîya Bijîşkî ya Dadwerî dijî mafên mirovan e. Biryareke wisa ye ku hêla desthilatîyê diparêze. Li ser nexweşîya Tugluk hemî tiştên zanistî eşkere ne, lê ew yek nayên dîtin, tenê daxwaza desthilatîyê hatîye dîtin. Loma jî em jin dibêjîn bila ev biryar yekser were rast kirin.”
Ozgun hişyarî da ku saxlemîya Tugluk her roj ber bi xirabîyê ve diçe.
“Sazîya Bijîşkî ya Dadwerî di 22yê Hezîranê de raportek amade kir û dîyar kir ku Tugluk bi tena serê xwe li girtingehê dikare li xwe binêre. Lê, rêxistinên tendirustîyê û mafên mirovan vê yekê rast nabînin loma jî biryara Sazîya Bijîşkî ya Dadwerî ne di cî de ye.”
Parlamentera berê Aysel Tugluk Hevserokatîya Giştî ya Partîya Civaka Demokratîk (DTP) kiribû.
Tugluk herî dawî jî hevseroktîya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) dikir û ew di sala 2016’an de bi hecêta endamtîya rêxistina terorîstî hatibû girtin.
Ev 6 sal in ku Tugluk li Girtîngeha Kandira ya li li bajarê Kocaelî zindankirî ye û ew di sala 2021’an de bi nexweşîya demans rûbirû ye.
Hêjayî balkişandinê ye ku Tugluk ji doza Kobanî de tê darizandin ku 21 ji wan girtî bi giştî 108 kes di wê doze de tên dadgeh kirin.
Dadgeha Cezayên Giran ya Enqerê ji Tugluk dixwaze ku beşdarî vê mehkemê bibe û îfade bide, lê rêxistinên jinan bi çalakî û bertêkan xwe dijî vê biryara dadgehê derdikevin.