Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Îspanî: Di Êrîşa Barselona de 13 Kuştî Hene


Ajansa Reuters radigihîne ku li gor medya xwecihî ya Îspanî, di encama ketina otomobîleke nav girseya pêyayan de, herî kêm 13 kes li Barselona hatine kuştin.

Hejmara kesên kuştî ji alîyê radyoya by Cadena Ser ve, li ser zarê polîsan hate ragihandin. Lê, polîsan bi xwe heta niha ti hûrgilî nedane, lê ew dîyar dikin ku bûyer kiryareke terorîstî ye û ew li ajotvanê êrîşvan digerin.

Rojnameya Îspanî El Periodico jî ragihand ku du zilamên çekdar xwe li bareke navenda Berselona veşartine, tevî ku jêdera wê nûçeyê eşkere bike. Demûdest zelal nebû ku ew du bûyer bi hevre girêdayî ne yan ne.

XS
SM
MD
LG