Serokê Amerîka Joe Biden piştî êrîşên tolhilder yên CENTCOM yên li Îraq û Sûrîyê daxuyanîyek da bîragiştî.
"Hêzên leşkerî yên Amerîkî bi fermana min li armancên Pasdarên Şoreşa Îranê û milîsên ku piştgiriyê didin wan li Îraq û Sûrîyê hatin lêxistin. Êrîşên me îro destpê kirin û li cîh û demên ku em bibijêrin wê bidomin."
Serok Biden bi berdewam got ku her kesê ku zararê bide Amerîkîyekî wê bê ceza nemîne.
"Em ne li Rojhilata Navîn û ne jî li cîhekî din pevçûnê naxwazin. Lê, her kesê ku armanca dike zararê bide me bila vê bizane: Ku hun zararê bidin Amerîkîyekî emê bersîvdana wê yekê bidin."