Serokê Ameîrka Joe Biden îro piştî biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya pûçkirina biryara Roe v. Wade got ku saxlemî û jîyana jinên Amerîkî niha di bin xeterî de ye.
“Îro jibo dadgehê û jibo welêt rojeke xemgîn e,” Biden di axaftina xwe ya li Qesira Sipî got.
Wî got ku di hilbiratinên payîzê de mijara pûçkirina biryara Roe v. Wade wê li sindoqên dengdanê be.
“Di hilbijartinên payîzê de azadîyên kesane wê hebe. Dîsa, mafê agahîyên nepênî, mafê azadî û wekhevîyê jî di hilbijartinan de hebin. Heta wê demê, ezê hemî tiştên bi hêza xwe bikim ku mafên jinên li wan eyaletan ku wê bikevin bin bandora biraya îro biparêzim.”
Biden bi berdewam got ku ger li eyaletên ku mafê kurtajê qedexe bikin, jin jibo berbirina zarokan bixwazin herin eyaletên din rêvebirîya wî wê piştgirîya wan jinan bike.
Serok Biden dîyar kir ku ewê ferman bide Wezareta Saxlemî û Xizmetên Mirovî (HHS) ku dermanên kurtajê ku ji hêla Rêvebirîya Xwarin û Dermanan (FDA) ve hatine pejirandin, bi berfirehî li her derê berdest bin.
Biden bang li Kongresê kir ku qanûnekê derbaz bike ku mafê jinan ya berbirina zarokan biparêze.