Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîkî Biryara Roe v. Wade Pûç Kir


Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîkî (Supreme Court) îro Înê biryara dîrokî ya Roe v. Wade, ku jiberbirina zarokan (kurtaj) wek mafekî jinan qebûl kiribû, pûç kir.

Qanûna Roe v. Wade di sala 1973’an de hatibû pejirandin û prosedura jiberbirina zarokan li seranser Amerîka xistibû rengekî qanûnî.

Dadgeha Qanûna Bingehîn, bi 6 dengên erê yên dadwerên konservatîf beramber 3 dengên na biryar da ku qanûna eyaleta Mississippi zindî bihêle ku kurtaja piştî 15 hefteyan qedexe dike.

Lê, biryara pûçkirina qanûna Roe v. Wade bi 5 dengên erê beramber 4 dengên na hate dayîn jiber ku Dadwerê Serekî John Roberts li ser vê biryarê dengê na da.

Wateya vê biryarê ev e ku dadwerên dadgehê dibêjin ku biryara Roe v. Wade, ku destûr dida beravêtina zarokan ya navbera 24 û 28 hefteyên ducanîyê bi awayekî çewt hatiye dayîn jiber ku Dadgeha Bilind bi awayekî spesîfîk qet qala mafê kurtajê nekiriye.

Roe v. Wade wek qanûna misogerkirina mafê jinan ya dawîkirina avisbûna xwe dihat zanîn û Dadgeha Qanûna Bingehîn di biryara sala 1992’yan ya bi nave Planned Parenthood of Southeastern Pennsylvania v. Casey mafê kurtajê piştrast kiribû.

XS
SM
MD
LG