Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona li Cîhanê Bêhtir Dibêye û Alavên Saxlemiyê Kêm Dibine


Bajarê Los Angeles li California

Vîrusa korona her diçe pêş dikeve, û Amerîka û Ewrupa nûçeyên keysên bêhtir ragighînin, di demekê de ku hewldanên avakirina yekîneyên tenduristî û dabînkirtina alavên saxlemiyê lidar in.

Îtalya hejmara herî bilind a rojane ragihand, li gel 6,600 keysên nû û mirina nêzîkî 800 kes. Hejmara mirinyên Îtalaya ku niha 4,825 e, hejmara miriyên Çînê derbas kiriye.

Li Amerîka, hejmarek wîlayet ferman dane rûniştvanên xwe ku li mal bimînin, û hakimê New Yorkê Andrew Cuomo got hikûmet li her qorzîkeke cîhanê digere ji bo dîtina alavên saxlemiyê.

Li Waşintona paytext, guftûgo di navbera Kongresê û Koşka Spî de dibine ji bo terxankirina bêhtirî 1 triliyon dolar ji bo rûbirûbûna vîrusê.

Vîrusa korona niha li derdora 150 welatî hatiye piştrastkirin, keysên mirinê li 30 wîlayetên Amerîkî hatine ragihand, û li ser asta cîhanê, ta niha 300,000 keys hatine piştrastkirin, li gor amarên zanîngeha Johns Hopkins.

XS
SM
MD
LG