Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ Banga Azadkirina Du Rojnamevanan li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Dike


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) îro Sêşemê banga desthilatdaran li bakur û rojhilata Sûrîyê kir ku demûdest du rojnamevanên vê dawîyê hatine girtin azad bikin.

Li 19ê Sibatê hêzên ewlekarîyê yên ser bi Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) ve girt ser malên herdu rojnamevanan Ehmed Sofî û Dara Ebdo li parêzgeha Hesekê, CPJ ragihand.

Sofî wekî peyamnêrê ARK TV kar dike. Ebdî jî hem ligel ARTV û hem ligel radyoya Rêbaz kar dike. Herdu dezgehên ragihandinê girêdayî Partîya Demokrata Kurdistana Sûrîyê (KDPS) ne.

CPJ'ê di daxuyanîya xwe de got ku desthilatdaran ne cihê ku herdu rojnamevan lê girtî dimînin, ne jî sedema girtina wan eşkere kiriye.

“Divê desthilatên li bakurê Sûrîyê rojnamevan Ehmed Sofî û Dara Ebdo demûdest û hemû rojnamevanên din yên girtî azad bikin,” Şerîf Mensûr, Kordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li CPJ’ê got.

Mensûr bang li PYD’ê kir ku rê bide dezgehên ragihandinê da ku bi serbestî karê xwe bikin, û piştrast bike ku cudahîyên sîyasî nebin encama tepeserkirin û girtina rojnamevanan û malbatên wan.

Kenan Berekat, hevserokê Desteya Karûbarên Hundir ya Rêvebirîya Xweser li herêma Cezîrê, ji CPJ’ê re got ku ARK TV û radyoya Rêbaz “bê destûra kar in û nikarin li devera me kar bikin.”

Wî heru hedu dezgeh bi weşandina “agahîyên şaş” û hewildana “tevdana nakokîyê” tawanbar kir.

Riyad Yûsif, hevserokê Ofîsa Ragihandinê ya Rêvebirîya Xweser, ji CPJ'ê re dîyar kir ku ti agahî derbarê girtina van rojnamevanan li ba wî tune ne, “jiber ku ew dezgehên ragihandinê û karmendên wan li cem ofîsa me ne tomarkirî ne.”

Berî çend hefteyan jî peyamnerekî din yê ARK TV bi navê Sebrî Fexrî, û Bawer Mele Ehmed, peyamnêrê Yekîtî Media, hatibûn girtin. Bawer 9ê Sibatê hate berdan, lê CPJ'ê dibêje hîn tî ti agahî derbarê rewşa Fexrî peyda nabin.

XS
SM
MD
LG