Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden Û Seroka Kongresê Pelosi Piştevaniya Xwepêşandanên Kuba Dikin


Protests in Cuba

Biden: Di Xwepêşandaên Dîrokî de Em Piştevanên Gelê Kuba Ne

Roja Duşemê Serokê Amerîka Joe Biden di daxuyaniyekê de piştevanî da xwepêşandanên girseyî yên ku dawiya hefteyê hezaran kes daketin kolanan û jiber nebûna xwarin, buhabûna zêde û pandemiyê li dij hikûmetê xwepêşandan encamp da.

Biden di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Qesra Spî de hatiye weşandin got, "Em alîgirên gelê Kubayê ne û bangawaziya wan ya azadîxwaziyê ye ji dorpêça xemgîn ya pandemiyê û zordarî û êşa aborî ya dehan salan ku ew ji hêla rejîmeke otorîter yaa Kubayê di kişînin."

Biden piştevaniya xwe dîsan bi rêya hesaba xwe ya fermî ya twîterê jî weşand.

Biden dîsan got, "Gelê Kubayê bi mêrxasî doza mafên bingehîn û gerdûnî dike," wî berdewam kir û got, "Divê ji wan mafan re, mafê protestoyek aştîyane û mafê ku bi serbestî paşeroja xwe diyar bikin, rêz were girtin. Amerîka bang li rejîma Kubayê dike da ku li şûna xwe dewlemend kirinê de guhdariya gelê xwe bike û hewcedariyên wan pêk bîne. "

Ev piştevaniya serokê Amerîka Joe Biden di wî çaxî de hat piştî ku roja yekşemê hezaran kes li paytext Havana daketin kolanan û li gera Malecon ya bajêr hatin ba hev, herwiha li hin ciyên din li seranserî welat xwepêşandan hebûn.

Li aliyek din Seroka Kongresa Amerîkî Nancy Pelosi roja Duşemê bi twîtekê ragihand ku xwepêşandan "çalakiyek wêrek û mezin e", û got: "Ez piştgirî didim gelê Kubayê di peydakirina azadiyê de û her tundî yan aramncgirtina kesên mafên xwe dixwazin şermezar dikim."

XS
SM
MD
LG