Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) îro Çarşemê ragihand ku li Amed, Mêrdîn û Wanê 590 kesan jibo berbijarîya bajarvanîyê serlêdan kiriye.
Çaverê ye ku DEM Partî meha pêş bi pêşhilbijartinan berbijarên xwe eşkere bike.
Sala 2019’an li Amedê, yek ji wan ya bajarên mezin, ji 18 bajarvanîyan, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, 15 bajarvanî bidest xistin.
Jibo 14 bajarvanîyên HDP’ê qeyum hatin erkdar kirin ku niha bi tenê bajarvanîya Çinarê di destê wê partîyê de ye.
Li Amedê jibo hilbijartinên Adara 2024’an, 243 serlêdan çêbûn.
Ji wan serlêdanan 12 jibo bajarê mezin in û yên din jî jibo bajarokan in.
Hevserokê DEM Partî yê Amedê Abas Şahîn dîyar kir ku ewê bi delegeyan pêşhilbijartinan li dar bixin.
Şahîn got ku wê pêşhilbijartin li hemî bajar û bajarokan çêbibin.
Wî derbarê serlêdanan got ku hejmar nîşan dide ku dijî qayuman, girtinan sîyasetvanan û êrîşan bertekeke mezin heye.
Li Wanê 208 û li Mêrdînê jî 139 kesan jibo berbijarîyê serî li DEM Partî dane.
Jêder: Ajansa Mezopotamya