Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer Ozer Biryara Dadgeha Tirk ya Dijî Demîrtaş Dinirxîne


Dadgeha herêmî ya Stenbolê cezayê sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş erê kir û berîya niha Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) xwestîna berdana Demîrtaş kirîbû.

Dadgeha Cezayên Giran ya 26’an li Îstenbulê bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê ya çekdar” 4 sal û 8 meh ceza li Demîrtaş birîbû.

Mesut Ozer
Mesut Ozer

Parêzerê Demîrtaş, Mesut Ozer li ser biryara dadgehê got ku Tirkîye li gor peymanên ku wê îmze kirine, tev nagere.

“Piştî vê biryarê her çiqas Tirkîye peymanên navnetewî îmze kirine jî, biryaran li gor dilê xwe dide. Eger ne li gor dilê Tirkîyê be jî bi cîh nayîne. Ev biryar tê wê wateyê ku Tirkîyê berîya niha gotiye biryarên ECHR bide ezê bînim cîh, lê em dibînin ku ev neanîye cîh.”

Ozer dîyar dike ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî gotîbû ku ger dewlet delîlên nû derheqa Demîrtaş de nîşan nede, divê Demîrtaş demûdest were berdan. “

Bi vê biryara dadgehê, dewlet ji ECHR re dibêje ku ez delîlên nû nîşanî te didim.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Demîrtaş û Onder jiber axaftinên xwe yên Newroza 2013’an ya li Stenbolê hatibûn ceza kirin.

XS
SM
MD
LG