Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokên DEM Partî jibo bi Ocalan re Bicivin Serî li Wezareta Dadê Didin


Germany Kurds
Germany Kurds

Hevserokên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari jibo bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re bicivin serî li Wezareta Dadê dan.

Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî îro Sêşemê di komcivîna partîya xwe de gotibû ew hêvî dikin ku Ocalan yê li Girtîgeha Îmraliyê û koma DEM Partî demûdest rûbirû bicivin.

Cîgira Serokê Koma DEM Partî Gulîstan Kiliç Koçyîgît ji X’ê ragihand ku serlêdan fermî gihiştiye wezaretê.

Koçyîgît got ku ew jibo çareserîya demokratîk ya pirsa Kurdan û demokratîkkirina Tirkîyê wek DEM Partî seba hemî xebatan hazir in.

Meha borî, Bahçelî bang li Ocalan kiribû ku di komcivîna DEM Partî de dawî li PKK’ê bîne.

Piştî banga Bahçelî, Parlamanterê DEM Partî Omer Ocalan, ku birazîyê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Îmrali bi wî re hevdîtinek çêkiribû.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê hefteya borî ragihandibû ku jibo Ocalan qedexeyeke nû ya hevdîtinê hatiye dayîn.

Li gor raihandina buroyê, 6’ê Mijdarê biryar hatibû dayîn ku Ocalan, ku ji 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmrali ye, bi ti parêzerî re heta 6 mehan ti hevdîtinê neke.

Jêder: Ajansa Mezopotamya, X, Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG