Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstendinên Bexda Û Hewlêr Bazarê Erd Û Xaniyan Geş Dikin


Arşîv, Pêşangeha Tirî Û Hingivî li Bajarê Duhok

Piştî cardî destpêkirina danûstendinan di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexda de, bazarên herêmê bi şêweke giştî û bi taybetî di bazarê erd û xaniyan de geşbûnek heye.

Li gor karsazên karê kirîn û firotina xanî û parçên erdî dikin, didin zanîn ku piştî dengûbasên hatina mûçeyan ji hikûmeta Bexda û destpêkirina danûstendian ev livîn û geşbûn peyda bûne.

Edîb Ebdula, karsazê kirîn û firotina erd û xaniyan dibêje, piştî alozbûna rewşa siyasî, rewşa abûrî jî aloz bû, pere ji Bexda nehat, lê nihe rewşek heta radekê tenaye, behsê dana mûçeyan tê kirin dibe car din xelk xwe liser piyan bigire, nihe livînek kêm heye, kesekê tiştek di destan de hebe, bi taybet parçe erdên erzan yên li herêmên weke Girêpanê û Misêrîkê tên kirîn û firotin .

Welatiyek ji bajarê Duhok dîsan dibêje, erd hêdî hêdî yê giran dibe, me hinek zêr li mal hebû, berî erd gelek giran bibe em dixwazîn parçek erdî bikirîn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG