Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kristiyanên Cîhanê Îsal Jî Cejna Easterê di Nava Pandemiyê de Pîroz Dikin


Pap Francis di pîrozbahiyên êvariya Cejna Easterê de li Vatîkanê

Milyonan Kristiyanên seranserî cîhanê êro cejna rojhilatê ya ku tê gotin cejna Yekşema Easterê di rewşeke ne asayî de jiber pandemiya vîrusa korona pîroz dikin, lê wergirtina tedbîrên Covîd-19 ji sala borî kêmtirin.

Li Amerîka zêdetirî 100 mîlyon kesan derziya yekê ya vaksîna li dij vîrusa korona wergirtîye, hin dêran li Amerîka bo cejna Easterê deriyê xizmetkariyê vekirîye.

Li Austuralya cejina Esterê di atmosfêrek heta radekî azad de, bêyî wergirtina tedbîrên li dij vîrusa korona tê pîroz kirin, weke berpirsên saxlemiya wî welatî dibêjin, Covid-19 li jêr kontrolê ye.

Li Îtalya rewş cûdaye û her cih girtîye û welat bi temamî weke herêmeke metirsîdar ya bilind tê dîtin.

Li Vatîkanê di rawestana nivêja cejna Easterê de li meydana St. Peter’s Basilica, roja Şemiyê Papayê Vatîkanê papa Francis bang li bawermendan kirbû ku jiber "Mehên tarî" yên pandemiyê hêviyên xwe hinda nekin.

Jiber dûrbûna civakî, di pîrozbahiyên cejnê de li Vatîkanê tenê 200 kes ku mask li xwe kirbûn amade bûn, ku di vê demê de ango cejna Easterê de tê gotin ku Îsa Mesîh hatiye xaçkirin û di îro roja Yekşema Easter de rabûye ve, li hin ciyan weke cejna rabûnê (Qiyamet) tê binav kirin.

Da ku şansê tûşbûna bi vîrusê kêm bibe, Vatîkanê ji bo çend mezinan sira kevneşopî ya baptîzmê qut kir, ku kevneşopiyek ola Meshîye di cejna Qiyametê – Easterê de tê encam dan.

XS
SM
MD
LG