Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

EMA di Navbera Vaksîna AstraZeneca Û Tîrbûna Xwînê de Têkilî Dibîne


Vaksîna COVID-19 ya AstraZeneca
Vaksîna COVID-19 ya AstraZeneca

Sazîya Dermanan ya Ewrupa (EMA) îro Çarşemê dîyar kir ku di navbera vaksîna COVID-19 ya AstraZeneca û pirsgirêkên neasayî yên tîrbûna xwînê di mezinên ku ev vaksîna wergitine de, îhtîmala têkilîyekî hatiye dîtin.

Hevdem, EMA'yê da zanîn wan tevahîya delîlên ku hene, nirxandine.

" Yek ji sedema aqîlane ya bo tîrbûna xwînê û asta kêm ya trombosîtên xwînê bersîveke parastinê ya laş û bedenê ye, ku wek di nexweşên bi heparîn têne dermankirin de carnan rewşên wiha derdikevin holê, ku dibe sedema berteka sîstema parastina laşê mirov e," EMA got.

Ev agahdarî, di şerê cîhanî ya dijî pandemîyê de astengîyeke girîng e û guherîna helwest EMA'yê ye ku sazîyê hefteya borî piştvanîya vaksîna AstraZeneca kiribû û hevdem gotibû kû jiber vaksînê rîska tîrbûna xwînê zêde nake.

Ev ragihandin di heman demê de derbeyek li AstraZeneca ye, ku ji dema ku bi Zanîngeha Oxfordê re dest bi xebatê kir û vir ve, di pêşbazîya çêkirina vaksînek bi bandor ya dijî COVID-19 pêşeng bû.

Komîteya ewlehîyê ya EMA'yê ku vaksîna AstraZeneca dinirxand, daxwaz kirine ku pêtir lêkolîn û di vaksînên hene de guhertin were kirin da ku zedêtir agahdarî were bi dest xistin.

XS
SM
MD
LG