Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helwesta Wezareta Derve Ya Amerîka Û Ya Îraqê Derbarê Êrîşa Ser Hewlêr


Bajarê Hewlêr, Herêma Kurdistana Îraqê
Bajarê Hewlêr, Herêma Kurdistana Îraqê

Ajansa Reuters îro Yekşemê ji Qahîre ragihand ku Wezraeta Derve ya Îraqê bangî balyozê Îranê kirîye li Îraqê û muzekera nerazîbûnê ya derbarê êrîşa mûşekan ya ser bakurê Îraqê û paytexta herêma Kurdan Erbîl radestî wî kîriye.

Wezareta Derve Ya Amerîka di malpera xwe ya fermî de derbarê êrîşa şeva borî bo ser bajarê Hewlêr daxuyaniyek li ser navê peyvdarê wezaretê Ned Price weşand. Daxuyanî di hesaba fermî ya twîtera wezaretê de jî hat weşandin, daxyuanî wehya ye:

" Amerîka bi tundî êrîşên mûşekî yên şeva borî yên li ser Hewlêrê, li Iraqê ku ji aliyê Îranê ve pêk hatîye şermezar dike.

Êrîş binpêkirineke hovane ya serweriya Iraqê bû. Tu desgeh û kesên Amerîka ziyan nedîtine û birîndar ne bûne, û tiştek weha îşaret nade ku êrîş arasteyî Amerîka hatiye kirin. Divê Îran demildest êrîşên xwe rawestîne, rêzê li serweriya Iraqê bigire û destwerdana xwe di karûbarên navxweyî yên Iraqê de rawestîne. Amerîka li gel hevkarên xwe yên Îraqî ye, di nav de Herêma Kurdistanê, û dê alîkarîya hevlabendên xwe li herêmê bike ji bo ku berevaniyê ji xwe bikin."

Li aliyekê din Serokomarê Îraqê Dr. Berhem Salih bi rêya hesaba twîterê ya serokomarîya Îraqê daxûyaniyek weşand û dibêje,

"Armanc girtina Hewlêr bi tawaneke teroristî ya şermezekar û dema wê ya bi goman li çaxê ku çareseriya siyasî tê dîtin ew êrîş rêgiriyê li hember mafdariya destûrî digirin ku hikûmeteke bi hêz pêk bê, divê li hember ku welat bixin di kaosekê de rêgirî hebe, divê em rêzên xwe bikîn yek û piştevaniya hêzên xwe yên ewlekariyê bikîn, û dewleta xwe weke veger bihêz bikîn û şerê terorîstên derveyî qanûnê bikîn".

XS
SM
MD
LG