Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Çalakvan Û Mamostayên Girtî Yên Parêzgeha Duhok li Dadgeha Hewlêr


Dadgeha Hewlêr
Dadgeha Hewlêr

Roja Çarşemê doza 5 çalakvan û mamostayên parêzgeha Duhok yên girtî li dadgeha 2 ya tawanan bû li Hewlêr, dadgehê cardî biryar girt ku dadgehkirina wan 5 kesan bihê paşxistin.

Piştî ku girtî anîn dadgehê û dadwer, parêzer û hejmarek endam parlementarên Herêma Kurdistanê amade bûn, biryara paşxistina dadgehkirina wan 5 girtîyan hat dan û kesûkarên girtiyan jî nerazîbûn nîşan da û daxwaza azadkrina girtiyan kir.

Kesên girtî û yên li dadgehê îro Çarşemê amade bûbûn; Silêman Kemal, Silêman Musa, Cemal Xelîl, Ferset Ehmed û Amir Xalid bûn.

Derbarê darizandina wan 5 kesan Herêm Rifaat yek ji parêzerên girtiyan gote Dengê Amerîka "Ew tawanên arasteyî girtiyan hatine kirin pêkhatiye ji, hewildana ajawegêriyê, hewildana wergirtina alîkariya madî ji Serokkomar û Serokwezîrên Îraqê, û hewildana teqekirinê li berpirsên parêzgeha Duhok bûye, ku di rûniştinên pêşî de ew tûhmet hemî hatine behis kirin."

Derbarê sedemên paşxistina darizandina girtiyan Dengê Amerîka xwest daxyunî ji peyvdarê bi navê Encûmena Dadweran werbigire, lê yê amade nebû.

Endama Parlemena Herêma Kurdistanê Heliz Ehmed ku ji bo çavdêriya rûniştina dadgehkirina 5 kesan hatbû, gote dengê Amerîka, "Endamê dawakariya giştî xwest darizandin bihê paşxistin, jiber ku wî pêdaçûn bi dosya girtiyan de hêjî nekirîye, jiber wê yekê desteya dadweran jî daxwaza wî pejirand." Û rûnştina dadgehê hat paşxistin.

Parlementer Heliz Ehmed dîsan dibêje, "Me yadaştek ji bo desteya serokatiya parlemenê amade kirîye, têda me daxwazên xwe nivîsîne kanê ji bo girtiyan çi bihê kirin, daxwazên me, heman daxwazên xizmên girtiyane, bi taybet dîtin û serdana girtiyan û veguhastina wan bo ciyê rûniştina wan li Duhokê, jiber ku ew xwecihên Duhokê ne û ji bo serdana komîtên parlemenê bo dîtina girtiyan rê vekirî be. "

Hejmarek ji kesûkarên girtiyan li ber deriyê dadgehê amade bûbûn, dema ku wan bo paşxistina dadgehkirinê zanî, xemgîn û nerihet bûn, Amed Silêman ku kurê kesê girtî Silêman Kemal e, gote Dengê Amerîka "Eger ku çarenivîsa kesûkarên me her wisa dom bike û heta hefteya dahatî rewşa wan zelal nebe, hemî malbat û xizmên giriyan dê dest bi mangirtina heta mirinê bikin."

Ji hejî bîr xistinê ye ku di demên borî de her yek ji çalakvan û rojnamevan Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Şivan Seîd, Harîwan Îsa Û Eyaz Ekerm li dadgeha Hewlêr ya tawana biyara 6 salên zîndakirinê bo her yekî ji wan hatbû birayr dan.

Herwiha roja Duşema borî 6ê Îlonê, 4 çalakvan û rojnamevanên din yên girtî yên parêzgeha Duhok li dadgehê amdebûn ew jî; rojnamevan Şêrwan Taha, Karker Ebas, Bendewar Eyub û Mesûd Şengalî bûn, ku bi tawana têkdana asyişa herêmê li dadgehê amade bûbûn, lê dîsan dadgehkirina wan 4 kesan jî bo demek din hat paşxistin.

Raporta Hewlêr 08 09 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:53 0:00

XS
SM
MD
LG