Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Giştî Ya Qurbaniyên Erdhejên Tirkiyê û Sûriyê 26,000 Derbas Kir

Dezgeha Rêvebirina Karesatan û Hawarçûnê li Tirkiyê(AFAD) ragihand ku hejmara tîmên rizgarkirinê yên ku ji welatên din hatine gihîtiye 8,294an.

18:56 11.2.2023

Polîsên Tirkîyê 12 Kesan Desteser Dikin ji ber Herifîna Avahîyan

Li gor nûçeyên AFP ku ji Medyaya xwecihî îro Şemiyê ragihandî, piştî erdheja mezin ku li Tirkiyê rûda, polîsên Tirkîyê 12 kes desteser kirine bi sedema herifîna avahîyan li parêzgehên Gazîentab û Şanliurfayê.

Ajansa nûçeyan DHAyê got ku di nav kesên hatine desteserkirin de girêbestkar jî hene. Herî kêm 6,000 avahî hilweşiyane piştî erdhejek bi pileya 7,8 li herêmê.

Li gorî ajansa nûçeyan ya dewletê, piştî ku dozgerê giştî yê Amedê, yek ji 10 parêzgehên erdhejê, roja şemiyê biryara girtinê ji bo 29 kesan derxist, tê pêşbînîkirin ku hîn bêhtir bên desteserkirin.

17:56 11.2.2023

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got hejmara qurbaniyên erdheja Tirkiyê gihîştiye 21,848 kesan

17:35 11.2.2023

Neteweyên Yekgirtî Dibêje Erdheja Tirkiyê di 100 Salî de Xerabtirîn Rûdan e

Berpirsê alîkariyên Neteweyên Yekbûyî roja Şemiyê erdheja wêranker ku li başûrê Tirkiyê û bakur-rojavayê Sûriyê qewimî, weke "bûyera herî xirab a 100 salên dawî li vê herêmê" bi nav kir.

Martin Griffiths
Martin Griffiths

Griffiths li parêzgeha Mereşê ya Tirkiyê di civîneke çapemeniyê de axivî û bersiva Tirkiyê ya ji bo karesatê weke "neasayî" nirxand.

Wî herwiha ji Reutersê re got ku ew hêvî dike ku alîkarîya Sûrîyê biçe herdu deverên di bin destê hikûmetê û opozîsyonê de, lê bal kişand ser wê yekê ku tiştên di vî warî de "hîn ne zelal in".

16:38 11.2.2023

Hejmara Qubaniyên Erdheja Tirkiyê Bû 21,043 Kes

Dezgeha Rêvebirina Karesatan û Hawarçûnê li Tirkiyê(AFAD) ragihand ku ta demjimêr 07:30ê sibeha roja Şemiyê bi dema xwecihî, hejmara kuştiyên erdhejê gihîşt 21,043 kesan.

AFAD di daxuyaniyekê de got hejmara kesên rizgarbûyî 80,088 kes e.

Wê her wiha got ku 31,832 karmendên rizgarkirinê yên Tirkiyê û tîmên navnetewî bi berdewamî kar li navçeyên erdhejê dikin.

Wê azî ziman ku hejmara tîmên rizgarkirinê yên ku ji welatên din hatine gihîtiye 8,294an.

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG