Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Giştî Ya Qurbaniyên Erdhejên Tirkiyê û Sûriyê 26,000 Derbas Kir

Dezgeha Rêvebirina Karesatan û Hawarçûnê li Tirkiyê(AFAD) ragihand ku hejmara tîmên rizgarkirinê yên ku ji welatên din hatine gihîtiye 8,294an.

13:21 8.2.2023

Ajansa Felaket û Rewşa Lezgîn a Tirkiyê ragihand ku heta niha 7 hezar û 108 kes hatine kuştin û zêdetirî 38 hezar kes jî birîndar bûne.

Li Sûriyê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku zêdetirî 2,500 kes hatine kuştin, bi sedan ji wan li Efrînê ne.

Herwî dawî Rêvebirê Çavdêriya Sûrî SOHRê dibêje: Hejmara ku heta niha hatiye piştrastkirin 2751 e, û hejmara rast gelek zêdetir e, bi dehan avahiyên wêrankirî li Cindirêsê hene, û hin endamên berevaniya sivîl hewl didin alîkariya van sûriyan bikin, û hin jî hene. sivîl hewl didin alîkariyê bikin.

Nûçe û agahiyên berê yên derbarê encamên erdhejên li Tirkiyê û Sûpriyî di lînka jêr da hene:

13:30 8.2.2023

Ajansa Rêvebiriya Felaket û Xizmetên Lezgîn (AFDA) yaa Tirkiyê ragihand ku ji sibeha Duşemê heta niha 648 erdhejên din rû dane.

AFDA di hesba xwe ya taybet de daxwaza alîkariyê dike ji bo nexweş û qurabniyên erdhejê.

13:48 8.2.2023

Tîma Îspanî li Bajarê Iskenderunê Hewil Dide Kesekî Sax li Jêr Kavilan Rizgar Bikin

Tîma Îspanî ku niha li Tirkiyê xebatên rizagr kirinê didomîne, roja Çarşemê got ew li bajarê Iskenderunê hewil didin ku kesekî sax mayî li jêr kavilan rizgar bikin.

Yek ji Karmendên rizgarkirinê, ku beşdarî xebatên rizgarkirinê bûne li Tirkiyê 8ê Şibatê got "Em niha jibo rizgarkirina kesekî dixebitin. Ka em bibînin emê bikarin wî kesî derxin. Ez difikirim ku em ê bikarin," piştî ku tîma wan cihê kesekî sax mayî li jêr xirbeyan destnîşan kirî ev axiftin kir.

Erdhejên Sûriyû û Tirkiyê
Erdhejên Sûriyû û Tirkiyê

Hikûmet û rêxistinên navneteweyî ji çar aliyê cîhanê bi pêşniyarên piştgiriyê û bersivên alîkariyê dan, piştî erdheja bi pileya 7.8 li navenda Tirkiyê û bakurê rojavayê Sûriyê rû da û hat piştrastkirin ku nêzîkî 10,000 kes tê de hatine kuştin.

Îspanyayê balafireke leşkerî ya A400 tevî karmendên rizgarkirinê û alavên xwe ve şandiye, Airbus A330 bi personelên parastina sivîl re ji bo ku bi rizgarkeran re bixebitin şandine herêma erdhejê, tevî 2 keştiyên şer yên bi alîkariyê 500 Hêzên Deryayî û Yekîneya Lezgîn ya Leşkerî (UME) li herêmên erdhejê hatine bicihkirin.

14:16 8.2.2023

Li Tirkiyeyê Erdhejeke Nû ya di Pileya 4,9 da Pêk Hat

Navenda Çavdêriya Sîsmolojiyê ya Amerîka ragihand ku îro Çarşemê seat 10:48 xulek erdhejek din ya di pileya 4.9 li bakurê rojavayê bajarê bajarê Mereşê pêkhat. (37.999 °N 36.473 °E).

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG