Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqerê di mîtîngekê de ser vekişîna Serokê Partîya Memleket Muharrem Înce ya ji berbijarîya serokomarîyê axifî.
Erdogan bêyî ku bi nav bike got ku ji berbijaran yek vekişîye û ne pêkan e ku ew fehm ku ew jiber çi vekişîye.
‘’Ya rast ez li ber ketim. Gelo çi bû û ew vekişî. Ez nizanim’’ Erdogan got.
Ji berbijarên serokomarîyê Înce îro Pêncşemê ragihand ku ew ji ber welêt ji berbijarîyê vedikişe.
Înce vekişîna xwe ji berbijariya serokomariya Tirkiyê di preskonferansekê de di demjimêr 2ê piştî nîvro li gor dema Tirkiyê ragihand , Înce ku ji "Partiya Komarî ya Gel" cuda bûye got, ku di rojên borî de "komployek li dijî wî" hatbû destpêkirin.
Ev "komplo", wek ku rojnamevan jê re dibêjin, ji weşandina çend wêneyên jiyana wî ya taybet di van du rojên borî de tê, yên ku bi rêya hesabên li ser malperên torên civakî hatbûn weşandin.
Wêneyên ku li dij Înce hatbûn weşandin, rastiya wan nehat piştrast kirin, Înce bi rêya çend twîtan bang li hilbijêran kir ku ew xwedî malbat, zarok û jiyanek taybete û got ku "Komployek li dj wî hatiye destpêkirin."
Înce diyar kir ku piştî kempeyna îftirayên li dij wî yên weke"Wêneyên sexte yên têkiliya wî bi jinan re heye û ew wek fesad û dewlemend nîşan dide, biryar daye ku îstifa bike." wî biryar da xwe vekişîne.
Wî got, "Tiştê ku min di van 45 rojên dawî de dîtiye, di 45 salên borî de min nedîtiye. Belgeyên sexte, wêneyên sexte, kaxezên sexte weşandin û îdia kirin ku hemû yên min in." Dîsan wî got ku "Hemû ji aliyê alîgirên (Rêxistina Fethullahî Gulen) û hin alîgirên muxalefetê ve car din hatine weşandin."
Namzedê berê wiha dewam kir, "Vî welatî ne îtîbara min parast, ne saziyên hikûmetê mafê min parast, ne jî medyayê ez parastim."
Înce di dema vekişînê de eşkere nekir ku ew ê piştgiriya kîjan berbijarê serokatiyê bike, tenê wî got "ewê vekişe, da ku opozîsyon nikaribe paşî wî bi şikestinê tometbar bike", di heman demê de ew dê bi partiya xwe re berdewam be di hilbijartinên parlamentoyê de.
Bi vekişîna Înce re, li hember Erdogan yek Sînan Ogan û yek jî Kemal Kiliçdaroglu du berbijar man.
Ogan îro Pêncşemê piştî vekişîna Înce dîyar kir ku ewê ji berbijarîyê venekişe.
Jêder: AKP, Twitter/Alhurra
Înce Dibêje Komplo li Dijî Wî Hebû Erdogan jî Dibêje ji Vekişîna Wî Xemgîn Im
