Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Piştgiriya Almanyayê Ji Îsraîlê Re Bi Gunehê Holokostê Ve Girê Dide


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û rawêjkarê Almanya Olaf Scholz
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û rawêjkarê Almanya Olaf Scholz

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Înê li Berlînê îdi kir ku Almanya di şerê Gaza de jiber tawana Holokostê piştgirîyê dide Îsraîlê.

Erdogan di serdana xwe ya Almanya de, li preskonferansa hevpar ya bi rawêjkarê Almanya Olaf Scholz re axifî, berî ku herdu rêber hevdîtinekê taybet bikin.

"Divê şerê Îsraîl û Filistînê bi psîkolojîya deyndarîyê neyê nirxandin. Ez bi azadî bêalî diaxifim jiber ku em ne deyndarê Îsraîlê ne. Yên ku xwe deyndarê Îsraîlê hîs dikin, nikarin bi azadî biaxivin. Em di pêvajoya Holokostê re derbas nebûne, rewşek me ya wisa nîne. Loma rêzgirtina me ya ji mirovahiyê re cuda ye," wî got.

Erdogan di serê vê hefteyê got ku Îsraîl "dewleteke terorê" ye ku li Gaza tawanên şer pêk tînê û operesyona wê ya dijî Hamasê "êrîşên herî xayîn yên di dîroka mirovahîyê de ne."

Scholz rasterast bersîv neda gotinên Erdogan, lê wî soza pabendbûna Almanya bi mafê Îsraîlê yê parastina xwe dubare kir.

"Heke hûn Almanyayê nas dikin, hûn dizanin ku piştevanîya me ya bi Îsraîlê re ji her tiştî girîngtir e. Mafê Îsraîlê ye ku xwe biparêze. Hevdem hemû jiyan wek hev bi qîmet in û êşa li Gazayê me xemgîn dike," Scholz got.

Erdogan cara dawî di 2020’an de serdana Almanya kiribû da ku li Berlînê beşdarî konferansa ser Lîbya bibe.

Şirovekar dibêjin dema ku Scholz hem ser çareserîya kêşeyên girîng yên aborî û zêdebûna koçberîyê dixebite Erdogan û Enqerê wek hevalbendek pêdivî dibîne, bi taybet jî jiber rola wê ya di sekinandina koçberiya ber bi Yekîtîya Ewrupa (YE) de.

Lê, xuya kir ku gotûbêjên Scholz û Erdogan di bin siya şerê Îsraîl û Hamasê de mane.

Li Almanya ji destpêka pevçûnê ve, di bûyerên antîsemîtîzm û Îslamofobîyê de zêdebûnek tê dîtin û jiber sînordarkirina xwepêşandanên alîgir yên Filistîniyan tê rexnekirin, ku hikûmet ditirse ku antîsemîtîk bin.

Ji alîyê din ve, herdu rêberan hewl da ku balê bikişînin ser xalên lihevkirinê û behsa mijarên wek girîngîya têkilîyên aborî û piştgirîya peymana ser derfirotina genim ya Ukrayna kirin.

Scholz red kir ku bersivê bide pirsa gelo wê firotina 40 firokeyên şerker Eurofighter Typhoon ku Tirkîye dixwaze qebûl bike yan na.

Jibo kirîna wan 40 firokeyên şerker, Tirkîye hewceyê erêkirina Scholz e, jiber ku Almanya endamek konsorsiyuma Brîtanî-Fransî-Îspanî ye ku wan çêdike.

Erdogan got, Em dikarin ji gelek welatên din firokeyên şer peyda bikin.“

Berlîn jî dixwaze ku Enqere pêyvajoya endamtîya Swêdê ya NATO’yê temam bike. Her çend Erdogan dijberîya xwe paşve kişandibe jî, parlemana Tirkîyê hîn endamtîya Swêdê nepejirandîye.

Pispor bi bîr dixin ku Erdogan vê dawîyê Almanya wek "welatê herî bihêz yê Ewrupa" bi nav kiribû. Loma ew bo vejandina danûstandinên rawestandî yên ser nûjenkirina peymana gumrukê ya Tirkîyê bi YE re hêvîdar bû ku piştgirîya Scholz bi dest bixe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG