Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mevlut Çavuşoglu Dibêje Erdogan û Sîsî Dê Bicivin


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Dîplomatê payebilind ê Tirkiyê îro Şemiyê got ku Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Misirê Ebdulfetah el-Sîsî dê bi mebesta bidawîanîna deh salên dûrbûna di navbera her du welatan de, bicivin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, li gel hevtayê xwe yê Misrê Sameh Şukrî di serdana xwe ya Qahîreyê de got, Enqere dixwaze "pêwendiyên dîplomatîk di navbera her du welatan de di asta herî bilind de vegerîne".

Şukry got ku "îradeyek siyasî ji serokên her du welatên me tê... hewl dide ku têkiliyan normal bike".

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Jake Sullivan serdana Çavuşoglu ya Qahîrayê wekî "gaveke girîng a ji bo herêmeke aram û dewlemendtir" bi nav kir.

Ev yek tê piştî serdana Şukrî bo Tirkiyê meha borî ji bo nîşandana hevgirtinê piştî erdheja wêranker ku bi deh hezaran kes li Tirkiyê û Sûriyê kuştin.

Çavuşoglu wiha got: "Dibe ku em di pêşerojê de li hev nekin, lê ji bo careke din têkiliyên me neyên şikandin em ê her tiştî bikin."

Piştî ku di sala 2013an de serokê Misirê yê Îslamî Muhamed Mursî, hevalbendê Tirkiyê, ji desthilatê hat avêtin, pêwendên herdu welatan aloz bûn.

Wê demê Erdogan got ku ew ê "tu carî" bi "kesekî" wek Sîsî re neaxive.

Lê di meha Mijdarê de, Sîsî û Erdogan li Qeterê destên hev hejandin, ku serokatiya Misrê wek destpêkek nû di peywendiyên wan de ragihand, û her du rêber piştre bi têlefonê piştî erdheja 6ê Sibatê axivîn.

Çavuşoglu roja Şemiyê got ku hevdîtina Erdogan û Sîsî dê "piştî hilbijartinên Tirkiyê" pêk were.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG