Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Îdîa Dike ku Esed Beşdarî li Konferansa Cenevre'yê Bike


Rûsya dibêje, hikûmeta Beşar Esed qayil bû ku bi prensîbî beşdarî konferansa navnetewî ya aştîyê bike ku paşeroja wî welatî dîyar bike.

Berdevkekî wezareta derve ya Rûsya ew daxuyanî îro Înîyê da. Lê, heman jêder got, ne pêkan e ku waxtekî zelal jibo konferansê were dîyar kirin jiber ku hin ne kifş e kî dê li ser opozîsyona Sûrî bipeyive.

Wezareta Derve ya Rûsî herwiha got, Wezîr Sergei Lavrov û hevtayê wî yê Amerîkî John Kerry, bi telefonê ser pêşketinên nû axifîn.

Karbidestekî bilind yê Wezareta Derve ya Amerîkî ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku her du wezîr roja Duşemê li Parîsê bicivin.
XS
SM
MD
LG