Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Borrell: Divê YE 'Peyameke Piştevaniyê' Ji Opozisyona Rûsyayê Re Bişîne


Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropî Josep Borrell
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropî Josep Borrell

Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropî (YE) roja Duşemê bi jinebiya rêberê opozîsyona Rûsî Alexei Navalny re kom bûn da ku "peyameke piştgiriyê" ji dijberên Kremlin re bişînin, piştî mirina Navalny di girtîgehê de, dîplomatkarê payebilind ê YE got.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropî Josep Borrell ji rojnamevanan re got, "Divê em peyama piştgiriyê bidin opozisyona Rûsyayê."

Kuştina Navalny di zindaneke Arktîkê de hefteya borî opozisyona sirgûnkirî ya welêt şok kir, ku ligel rojava tilî ber bi Kremlinê ve dirêj kirin.

YE berî niha cezayên nedîtî li ser Moskowê sepandibûn, di nav de jî Putin, ji ber êrişa wê ya li ser Ukrayna û karbidest lê mukur tên ku dê zehmet ku be bêhtir Moskoyê biêşînin, piştî mirina Navalny.

Lê Borrell got ku ew li bendê ye ku welatên endamên YE cezayên nû li ser kesên rasterast di mirina Navalny de berpirsiyar in pêşniyar bikin, di nav de jî sîstema girtîgehên Rûsyayê.

Borrell got, "Berpirsê mezin Putin bi xwe ye."

Wî got ku Bruksel dê, wek tevgerek sembolîk, navê lîsteya reş a cezayên mafên mirovan ên cîhanî bi navê Navalny biguherîne.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock got ku wezîr dê "tedbîrên din ên cezayan" li ser mirina Navalny bidin destpêkirin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG