Serkirdeyên Yekîtiya Ewropî, Îtalya û Holenda roja Yekşemê serdana Tûnisê kir ji bo danûstandinan li ser alîkariya aboriya wê ya aloz û kêmkirina pêla koçberên neqanûnî ber bi Ewropayê ve.
Welatê bakurê Afrîqayê, ku niha di nîqaşan de ji bo qerzeke alîkariyê ya Sindoqa Diravî ya Cîhanî (IMF), derîyekî sereke ye ji bo koçber û penaxwazên ku hewl didin deryaya metirsîdar derbaskin.
Hikûmetên Yekîtiya Ewropî, di bin fişarê de, ji bo kêmkirina derbasbûna koçberan, hefteya borî li ser gavên vegerandina bilez a koçberan bo welatên wan yên jêder an jî welatên derbasbûnê yên ku "ewle" têne hesibandin, di nav de Tûnis, li hev kirin.
Seroka Komîsyona Ewropî Ursula von der Leyen roja Yekşemê ligel serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni û hevtayê wê yê Holendî Mark Rutte serdana Tûnisê kir.
Ewê bi Serok Kais Qeys Sieyid re, ku ji sala 2021an ve hema hema tevahî hêzên desthilatdar li ser welêt girtiye, ji bo danûstandinên li ser fikarên aborî û koçberiyê hevdîtin bikin.
Serokwezîra Îtalyayê ya rastgir, Meloni, di nav hefteyekê de, ev serdana wê ya duyemîn a Tûnisê bû, piştî ku roja Sêşemê bi Sieyid re hevdîtin kir.
Tûnis bi qasî 150 kîlometran dûrî girava Lampedusa ya Îtalyayî ye, û ev demeke dirêj e bûye xaleke derketinê ji bo koçberan, ku bi piranî ji welatên nîv beyabana Afrîqayê ne û ji bo jiyaneke çêtir hewla derbasbûna Ewropayê didin.
Çavkanî: AFP