Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Pêncşemê bi yekdengî biryar da ku alîkarîya 50 mîlyar euoroyî bide Ukrayna.
Ji dewletên YE, Macaristan çend hefteyan dijî alîkarîya jibo Ukrayna sekinîbû.
Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel ji X’ê got ku li YE lihevkirin heye.
‘’27 rêberan li hev kirin ku bi budçeya YE jibo Ukrayna paketeke alîkarîyê ya 50 mîlyar euroyî çêbe.’’ Michel got.
Wî dîyar kir ku bi vî awayî ewê jibo Ukrayna alîkarîyeke demdirêj çêbe.
Charles got ku ew dizanin ku metirsî çi ne û dîyar kir ku ew ew jibo alîkarîyên seba Ukrayna berpirsîyê digirin ser xwe û pêşengîyê dikin.
Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban meha Berfanbarê paketa alîkarîyê ya jibo Ukrayna veto kiribû û girjîyê çend hefteyan dom kiribû.
Jêder: Reuters