Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Evîn Berazî: Jiyana Kurdî Filimekî Dirêj e Li Bendî Derhîneriyê Ye


Evîn Berezaî li Kobanê ji dayik bûye û li wir çavê xwe li jiyanê vekir û perwerde bû.

Di sala 2006'an de, xwendiya sînema û derhîneriya wê li zanîngeha Beyrûtê qedand û di heman sale de jî xwendiya xwe ji beşê abûrî li zanîngeha Helebê qedand.

Di sala 2016'an de xelata baştirîn filimê enîmêşin (Animation) wergirt ji ber filimê xwe "Starting Over" di festîvala filiman de li Finlenda.

Ev filim xelata rêzgirtinê ji festîvala sînema ya Sulêmaniyê jî wergirt.

Di dema xwendina xwe de li Libnanê, Evîn çend filimên kurt çêkirin : Rawestgehek Taybet, Evîn Dimîne, Ji kesekî xwedî serbor bipirs e, ne ji yekî aqilmend.

Herwiha jî wê çend filimên belgeyî çêkiriye ji bo televizyona Sûrî.

Li Şamê ( Dîmeşqê) Evîn bi gelek derhînerên sûrî yên navdar re kar kiriye, û wekû derhînera alîkar kar kirye.

Di hin kenalên televizyonên Erebî de wekû derhînerek cîbicîkar kar kirye û çend bernameyên taybet bo wan çêkiribû.

Nuha Evîn, tevî malbata xwe li welatê Denîmark dijîn.

Bi hêviyên mezin ku ew karibe filimên baş ser rewşa kurdî çê bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:19:23 0:00

XS
SM
MD
LG